00:47 18 Hezîran 2018
Brett McGurk

Nûnerê Serokê Amerîkayê McGurk sibe li Silêmanyê ligel serokên 4 partiyan dicive

© AFP 2018 / MANDEL NGAN
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Piştî ragihandina encamên hilbijartinên parlemantoya lraqê 7 partiyên siyasî ew encam redkirin û daxuyaniyên fermî dan tê de gotin ku sextekarî di encamên hilbijartinan de hatiye kirin û herdû partiyên serekî PDK û YNK bi alîkariya welatên deverê ji bo berjewendiya xwe sextekarî di sîstema elîktronîk a dengdanê de kiriye.

Li gor wan zanyariyên bi destê Spûtnîk Kurdistanê ketîn biryar e sibe roja sêşemê Biret McGurk Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo lraq û şerê DAIŞê ligel serokên 4 ji wan partiyan li bajarê Silêmaniyê civînekê li dar bixe.

Li gor wan zanyariyan McGurk wê ligel Emîrê Komela Îslami Elî Bapîr û Birêveberê Giştî yê Tevgera Goranê Umerê Seyd Elî û Sekretêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behaedîn û Dr. Serokê Hevpeymana Demokrasî û Dadweriyê Berhem Salih derbarê helwesta wan li hember hilbijartinan civînekê li dar bixe.

Herwiha li gorî wan zanyariyan Nûnerê Serokê Amerîka wê hewil bide serkirdeyên wan 4 partiyan razî bike baykota pêvajoya siyasî li lraqê neke ji ber ku di van rojan de her çar partiya ku bi hemûyan 11 kursî di Parlemantoya lraqê bi dest xistine, ragihand ku eger encamên hilbijartinan wiha bimînin dibe ku biryara baykotê bidin.

Bi heman mijarî:

'Di avakirina hikûmeta Iraqê ya nû de, parastina berjewendiyên hinek welatan giring in'
Li Iraqê hikûmeta nû di nava 72 seetan de ava dibe
Rêveberê nehyeya Sinûnê: Di parlemana nû ya Iraqê de tu nûnerên Şingalî bi ser neket
Navên kesên ji Hewlêrê herin Parlamentoya Iraqê diyar bûn
Di hilbijartina Iraqê de parlementerên herî zêde deng standine dîyar bûn
Encamên fermi yên hilbijartinên Iraqê eşekere bûn
Saîrun: Divê kurd beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin
Etîketan:
Hilbijartin, Civîn, DAIŞ, Berhem Salih, Umerê Seyid Elî, Elî Bapîr, McGurk, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de