00:47 20 Hezîran 2018
Hêzen Ewlekariyê yên Îranê

Îranê di nava sînorê Kurdistanê de kolberek kuşt û yek jî birîndar kir

© AFP 2018 / Hossein MERSADI / FARS NEWS
Kurdistan
Lînkê kurt
0 02

Hat ragihandin ku leşkerên Îranê di nava sînorê Herêma Kurdistanê de êrişî kolberan kir, di encama êrişê de kolberek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî zanyariyên berdest, leşkerên Îranê li navçeya Kanî Xumaro a Herêma Kurdistanê ku 5 kîlometroyan ji sînorê Îranê dûr e bi çekan erişî kolberên kurd kir. Di encama êrişa hêzên îranî de kolberekî kurd ê xelkê Urmiyê bi navê Mêysem Kerîmî canê xwe ji dest da. Li gor agahiyan, termê Mêysem Kerîmî ji aliyê tîmên hawarçûnê yên Herêma Kurdistanê ve ji bo Tiba Edlî ya bajarê Soranê hatiye veguhastin.

Ji aliyê din ve di bûyereke din a li sînorê Hacî Umranê ya li navçeya Kunerê de ku 3 kîlomotroyan dikeve sînorê Kurdistanê de hêzên Îranê gule berdan kolberan kurd. Di wê bûyerê de jî kolberê bi navê Elî Hesenzade birîndar bû. Kolberê birîndar bo dermankirinê ber bi nexweşxaneya Çomanê ve hatiye veguhastin û niha li wê nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

 

 

Bi heman mijarî:

Hêzên Îranê di 8 mehan de 37 kolber kuştin
Vê carê kolberên kurd ji mirinê rizgar bûn, lê hespên wan dîsa hatin kuştin
Kolberên kurd dîsa rastî êrişê hatin: 2 kuştî û 2 jî birîndar
Ji serê sala 2017an ve 144 kolberên kurd li sînorê Îranê bûne qurbanî
Bîlançoya mehekê ya kolberên kurd: 4 mirî û 32 birîndar
Etîketan:
Îranê êrişî kolberên kurd kir, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de