01:32 23 Hezîran 2018
PDK-hilbijartin

PDK: Bi zanebûn nehîştin em li Mûsilê bibin partiya yekem

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, ku li Şingalê dengê kurdên êzidî hatine tunekirin û bi vî awayî nehîştin ku PDK li Mûsilê bibe partiya yekem. PDKê herwisa derbirî ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê di warê bicihanîna peywira xwe de serkeftî nebûye û ew sixtekariya mezin çareser nekiriye.

Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro roja yekşemê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya. Partiyê piştî civînê daxuyaniyeke niviskî weşand û di wê daxuyaniyê de rexne li Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê girt û got, wê peywira xwe bi awayekî serkeftî bi cih neaniye û ew sixtekariya mezin çareser nekiriye.

PDKê di daxuyaniyê anî ziman ku fişar li her du berpirsên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê yên li Hewlêr û Dihokê hatiye kirin û hat got, "Ji ber vê yekê hinek ji wan berpirsyaran bêalî nemane û bi karên xwe de wekî nûnerên hinek aliyên siyasî tevgeriyane, dijayetiya partiya me kirine û hewl dane dengên PDKê kêm bikin, ku nûnerên partiya me wê komîsyonê de tune bûn."

Partiyê derbarê encamên hilbijartin ên li Mûsilê de jî Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê tawanbar kir û got, "Bi zanebûn dengên xwişk û birayên me yên kurdên êzidî yên navçeya Şingalê ya li ser sînorê Dihokê nehatine hijmartin û dengên wan kurdên êzidî yên ji enfala DAIŞê rizgar bûbûn, hatine tunekirin û namzedê wan ji dengên degndêrên xwe hatiye bêparkirin. Bi vî awayî dengê êzidiyan hatine enfalkirin. Ev û hinek hewlên din dihatin dayîn ku PDK li parêzgeha Neynowayê nebe partiya yekem."

Bi heman mijarî:

Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
PDK bi Serokatiya Mesûd Barzanî civiya
Goran: Belge li ber destê me hene ku PDK û YNKê sixtekarî kiriye
Nêçîrvan Barzanî: Hin kes û alî li Silêmaniyê li dijî PDKê terora fikrî pêk tînin
Devjeniya hilbijartinan di navbera Ebadî û PDKê de
‘Li Kurdistanê PDKê û li Iraqê Partiya Ebadî pêş e‘
Etîketan:
deng, Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, Polîtburoya PDKê, Mûsil, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de