01:34 23 Hezîran 2018
Rojava

Herêma Kurdistanê bo TEV-DEMê got: Ji bo çareseriyê divê hûn girtiyên ENKSê berdin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Berpirsê Desteya Rojava yê li Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî û Hevserokê Desteya Rêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera partiyên kurdan ên li Rovaja de li Hewlêrê li hevdu civiyan.

Kurdistan24ê di nûçeyeke xwe de ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku ger TEV-DEM û rêveberiya Rojava bixwaze Herêma Kurdistanê bila ji bo nêzikbûna Encûmena Nîştmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) û TEV-DEMê de hewlê bide, divê TEV-DEM wek niyazpakiyekê hemû girtiyên siyasî yên ENKSê ji zîndanên Rojava azad bike.

Hat diyarkirin ku herwisa ji TEV-DEMê hatiye daxwazkirin ku çûnûhatina û derbasbûna endam û alîgirên ENKSê di ser deriyê sînorî re hêsan bike û rê bide ku bila ENKS baregeh û nivîsgehên xwe li Rojava veke.

Di nûçeyê de hat destnîşan kir ku ger TEV-DEM li Rojava van gavan bavêje, Herêma Kurdistanê ji bo rûniştinek di navbera ENKS û TEV-DEMê de were lidarxistin û pirsgirên werin çareserkirin dê hewl bide.

Bi heman mijarî:

'Hevpeymaniyê operasyoneke daxistina hewayî li Rojava kir: Armanc Bexdadî bûye'
Dadgehên Rojava û darizandina DAIŞiyan di rojeva medyaya cîhanê de ne
Li başûrê rojava Balafira leşkerî ket: 5 mirî
Li Kurdistanê ji bo koçberên Rojava xanî tên avakirin
Etîketan:
ENKS, TEV-DEM, Dr. Hemîd derbendî, Aldar Xelîl, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de