08:10 25 Gulan 2018
    Sekreterê Encûmena Navendî û Endamê Desteya Damezirîner ê YNKê Adil Mûrad

    Sekreterê Encûmena YNKê koça dawî kir

    © Sputnik / Osman Başqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Encûmena Navendî û Endamê Desteya Damezirîner ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad îro li Almanyayê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

    Li gorî ragihandina peymanêrê Sputnik Kurdistanê yê li Herêma Kurdistanê Sekreterê Encûmena Navendî û Endamê Desteya Damezirîner ê YNKê Adil Mûrad îro roja 18ê Gulanê li Almanyayê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

    Herwisa ji ber koçkirina Mûrad, civata navendî ya YNKê daxuyaniyek weşand, ku kopyeke gihîşt ber destê peyamnêrê Sputnik Kurdistanê jî, û di wê daxuyaniyê ev tişt hatin gotin, "Gelî xelkê Kurdistanê û endam û kadir û hevalên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê em bi dax û kovaneke mezin vê peyama koça dawî ya sekretêrê civata navendî û endamê desteyê ya avakirina YNKê heval Adil Mûrad radigihînin. Herwisa bi vê helkefta xemgîn sersaxiyên xwe pêşkeşî malbat, heval, hevsenger û xelkê Kurdistanê û cemawera YNKê dikin û soz didin ku em ê li ser şopa rêbaz pîroz a Adil Mûrad bin."

    ADIL MÛRAD KÎ YE?

    Adil MÛrad di 11ê Berfanbara 1949a de li navçeya Xaneqînê ya bi ser bajarê Kerkûkê ji dayik bû û yek ji kurdên Feylî ye. Mûrad li Zanîngeha Bexdayê xwend û di temenê xwe ciwantiyê de beşdarî kar û xebatên siyasî bû. Di vê pêvajoyê de bû yek ji endamên damezirîner ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û herwisa vê dawiyê jî sekreterê encûmena navendî ya YNKê bû. Adil Mûrad ji bo dermankirina nexweşiya xwe çûbû Almanyayê û îro sibehê li Almanyayê koça dawî kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
    Encamên destpêkê yên 4 parêzgehan hatin ragihandin: Li Hewlêr PDK, Silêmanî YNK yekemîn e
    PDK, YNK û Goran li derveyî welat çiqas deng standin?
    YNK derbarê Kerkûk û navçeyên erbandî nameyekê pêşkêşî rayedarên lraqê dike
    ‘PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin’
    Etîketan:
    Almanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de