07:01 26 Gulan 2018
Balafir

Artêşa Tirkiyeyê herêma Kurdistanê bombebaran kir

© Sputnik / Maxim Shemetov
Kurdistan
Lînkê kurt
0 02

Balafirên şer ên Tirkiyeyê herêmên Heftanîn, Gare, Metîna û Xakûrk carek din hedef girt û bombebaran kir. Derbarê operasyonê de Artêşa Tirkiyeyê daxuyaniyek da û hat eşkerekirin ku 12 hedefên li herêmê hatine îmhakirin.

Dewleta Tirkiyeyê bi balafirên şer li ser herêma Kurdistana Başûr operasyonên hewayî li dar dixe. Hêzên artêşa Tirkiyeyê duh û îro herêma Gare, Metîna û Xakûrk bombebaran kirin û derbarê operasyonê de daxuyaniyek hat dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî PKKê operasyon hatine li darxistin, li gor îdiaya daxuyaniyê di encamê de 12 hedef hatine tunekirin.

Herwiha Ev demek dirêje li dijî Kandîl, Biradost Heftanîn, Gare, Metîna, Avaşîn-Basyan, Zap, Xakûrk, Kanîreş, Sîdekan û herêma Amediyê balafirên tirk operasyonan li dar dixin û herêm tên bombebarankirin. Hat ragihandin ku di operasyonên 7 mehên dawî yên li ser jîngehan de, li herêmê 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Bi heman mijarî:

Artêşê li dijî rêxistina Maoyî operasyon li dar xist: 22 kuştî
Tirkiye: Dibe em operasyon li Til Rirafê pêk neynin
Li 18 bajarên Tirkiye operasyon: Derbarê 38 kesan de biryara desteserkirinê
Li ser çapxaneya Gun operasyon: 20 xebatkar hatin girtin
Etîketan:
bomberankirin, operasyon, Basnews, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de