07:16 26 Gulan 2018
Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Partiyên kurd ji bo çûna Bexdayê dicivin

© Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Tê pêşbînîkirin ku partiyên Kurdistanî hefteya pêşiya me bicivin û biryara xwe ya ji bo Bexdayê bidin.

Berî destpêkirina hevdîtinan Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) helwesta xwe ya hevpar nîşandan. Herdu partî dixwazin bi hev re hereket bikin û kurdan di heman cepheyekî de bibînin.

Ji bo avakirina hikûmeta nû ya Bexdayê tevgerên navbera partiyan berdewam in. Li gor çavdêrên siyasî yên Kurdistanê Hewlêr di avakirina hikûmeta nû de wê roleke girîng bilîze. PDK û YNK ji bo çûna yekdengî ya Bexdayê bi hêvî ne.

Berdevkê YNKê ragihand ku hefteya pêşiya me ji bo çûna Bexdayê hevdîtin dest pê dikin û divê PDK, YNK û hemû partiyên Kurdistanê li Bexdayê xwediyê helwesteke hevpar bin. Hilbijartina 12ê Gulanê nexşeya siyasî ya Iraq û Kurdistanê guherand û nayê zanîn wê çawa hikûmeta nû ava bibe.

Bi heman mijarî:

Washington: Em bi Hewlêr re li hember DAIŞê şer dikin
Encamên destpêkê yên 4 parêzgehan hatin ragihandin: Li Hewlêr PDK, Silêmanî YNK yekemîn e
Barzanî: Têkiliyên Hewlêr û Enqereyê ber bi asayîbûnê ve diçin
Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê: Qayimkirina têkiliya Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya me de ye
Pêşmerge rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê vekir
Xwenîşandan li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê berdewam dikin
Firînên Hewlêr û Stenbolê îro dest pê dikin
Etîketan:
Partiyên kurd li hev dicivin, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de