20:57 22 Gulan 2018
    Theresa May

    Kurd ji daxuyaniya Serokwezîra Brîtanyayê hêrs bûne: Daxuyaniya te kirêt e

    © AFP 2018 / Tolga Akmen
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokwezîrê Brîtanyayê Theresa Mayê roja sêşemê di civîna rojnamevaniyê ya li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî got ku welatê 'hevalekî rast' yê Tirkiyeyê bûye û têgeha "terorîzma kurdî" bi kar anî.

    Piştî vê daxuyaniya Mayê, gelek kurdên  li ser medyaya civakî û dostên wan li dijî van gotinên wê derketine. Hinekan ew daxuyanî wek kirêtî b nav kir.

    Rojnamevana kurd a li Brîtanyayê dijî, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke bi kurdî, tirkî û ingîlzî weşand ku hesabê serwezîra Brîtanyayê bi xwe jî di nav de ye.

    ​Herwiha kurdekî bi navê Lawên Artoşî ku li Brîtanyayê ji dayik bûye wiha nivîsî: Nayê qebûlkirin. Nadhim Zahhawa(kurdekî Brîtanyayê ku di kabîneya niha ya hikûmeta wî welatî de dixebite) kurdek di kabîneya te de ye, Theresa May. Tu çawa dikarî gelemperîkirina wiha bikî û tevahiya neteweyekê wek "terorîzm" bi nav bikî ku (wê neteweyê) bûye qurbana qirkirinan û herwiha bûye hevlabendê sereke yê Brîtanyayê di têkbirina terorîzma DAIŞê de. Koman û tundrewan destnîşan bike ne netewe".

    ​Dîrektorê Projeya Kurdistan Dilîman Ebdulqadirî jî wiha got: "Tiştekî bi navê 'terorîzma kurdî' tine. Şerm e ji te re Theresa May ku tu xwe li ber faşîstekî wek Erdoganî diçemînî. terorîzma îslamî ya radîkal di nava welatê xwe de çareser bike, yan ev ji aliyê polîtîk ve ne rast e? Li gel ku Brîtanyayê di şerê cîhanê yê yekem îxanet li kurdan kir jî, ew ê her ji bo mafên xwe şer bikin."

    ​Bikarhênerekî bi navê Rênas Karkarî May bi sextekariyê tawanbar kir û got: "Sextekarî, Theresa May gelê kurd wek terorîzma destnîşan dikin da ku Erdoganî razî bike."

    ​Bikarhêreneke din bi navê Îrfan Ezîz wiha got: "Kurd li Iraq û Sûriyeyê mezintirîn serkeftiyên şerê li dijî dewleta îslamî bûn.Wan ji dêvla cîhanê şer kir. Niha jî Theresa May dibêje 'terorîzma kurdî!'".

    ​Rojnamevanê kurd Mehmet Sanri jî li ser Twittera xwe wiha got: "terorîzma kurdî", ev çi kirêtî ye'. Helbûkî li dû her kêşeyeke lareşbûyî û her kêşeyeke qirêj, Brîtanya bi xwe heye."

    ​Sanri di berdewamiyê de got: "Di encama polîtîkaya qirêj a brîtaniyan de, welatê kurdan bû çar perçe, lewra ev tam sed sal in ku kurd xwîn digirîn. Ev polîtîkaya qirêj ne bes bû, îca serokwezîra Brîtanyayê ya xwenenas tevahiya gelê kurd bi terorîzmê tawanbar dike û dibêje, 'terorîzma kurdî' dibêje. Kirêt e."

    Rojnamevanê îsraîlî Seth J. Frantzman got, "daxuyaniyeke rûreş. Çima Serokwezîra Brîtanyayê got, "terorîzma kurdî", tevî ku rayedar bi giştî dibêjin, 'tundrew' yan jî komên terorê bi nav dikin; Ne ku tevahiya xelkê destnîşan bin? Bi giştî ji bo komên olî û etnîkî etîket nekin, tiştên wiha bi kar tînin? Îca çima niha di civîna li gel serokkomarê Tirkiyeyê de têgeheke wiha bi kar anî."

     

    Hêjayî gotinê ye ku Parlamenterê kurd Ertugrul Kurkçu jî li dijî vê têgehê derketibû.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    Têkiliyên Kurdistan û Almanyaye geş dibin
    ‘Niha firsende Kurdistan were perçekirin'
    HWR: Iraq û Kurdistan wek hev in
    Etîketan:
    theresa may, Recep Tayyip, Brîtanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de