05:34 22 Gulan 2018
    drapeau du Kurdistan

    'Silêmanî û McGurk ji bo kurdan ketine pêşbirkê: Planên Silêmanî ji bo YNKê hene'

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameyeke qeterî roja çarşemê eşkere kir ku Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk berê xwe daye Hewlêrê da ku bi rayedarên kurd re bicive û tê temxînkirin ku Fermandarê Hêza Qudsê yê Pasevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî jî çûbe Silêmaniyê. Herwiha tê gotin ku Silêmanî dê hewl bide ku YNKê têxe nav şîiyan.

    Malpera El Erebî el Cedîdê di raportekê de diyar kir ku McGurk piştî çend civînan li gel serokên iraqî çû Hewlêrê û destnîşan kir Silêmanî jî bi çend kesayet û serokên şîî û fermandarên Heşda Şeibî re civiyaye û tê payîn ku piştî wê biçe Silêmaniyê da ku bi serkirdeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) re bicive.

    "SILÊMANÎ HEWL DIDE MALIKÎ Û EBADÎ BIGIHÎNE HEV Û WAN BIGIHÎNE FETIHA HEŞDA ŞEIBÎ"

    Li gorî raportê, Îran dê hewl bide ku herdu baskên Partiya Dawayê Îslamî yên lîsteya Nesir a Heyder Ebadî û lîsteya Dewleta Qanûnî ya Nûrî el Malikî bigihîne hev û bike yek û paşê jî dê wan bidehifîne ku bi lîsteya Fetihê re bibin yek ku baskê siyasî yê Heşda Şeibî ye û herwiha bi Şepêla Hikmetê re jî bibin yek."

    "SILÊMANÎ DÊ YNKÊ BI LÎSTEYÊN ŞÎÎ RE BIKE YEK"

    Herwiha di wê raportê de tê îdîakirin ku paşê YNK dê tev li wan bibe da ku mezintirîn lîste çêkin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo roja 1ê Adarê li Herêma Kurdistanê betlane hat ragihandin
    Sputnik Kurdistanê wêneyên pêşmergeyên PDK-Î berhev kirin
    'Konferansa Pêşxistina Peywendiyên Aborî yên Herêma Kurdistanê û Îranê' destpê kir
    Li Kurdistanê ji malbatekê 5 kes ji bo Parlamentoya Iraqê bûne namzed
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê dicive
    Li Kurdistanê ji bo koçberên Rojava xanî tên avakirin
    Etîketan:
    Qasim Silêmanî, Brett McGurk, Silêmanî, Hewlêr, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de