17:08 24 Gulan 2018
    Ridwan Badinî

    Dr. Ridwan Badinî: Kerkûk kurd e û di hilbijartinê de ev îspat bû

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 0 0

    Rojnamevan û avakarê beşa Ragihandin a Zanîngeha Selahadînê Dr. Ridwan Badinî rewşa dawî ya Kerkûk, tifaqên hikûmetê û îdîayên gendelî yên partiyên kurdan ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Rojnamevan û serokê beşa ragihandin a Zanîngeha Selahadînê Dr. Ridwan Badinî îdîayên gendelî yên hilbijartinê li Silêmaniyê nirxand. Badinî got: "Rasterast mirov nikare bêje îdîayên wan rast, nerast an jî li gor rêjeyekê bêje ji sedî 10, 20 an jî ji sedî 60 rast e. Pêşeng û rêvebirên partî û gel îspat û delîlên xwe pêşkêş dikin, berpirsên saziyên fermî van belgeyan vedikolînin û li gor delîlên berdest qenaeta xwe eşkere dikin. Kesên ku îdîaya gendeliyê dikin îdîaya wan bixwe jî ne li cih in. Ji bo ku ev kar zêdetir karê sazî û dezgehên pispor in. Yek ji van jî Komîsyona Hilbijartina Bilind e û li gor qenaeta min her çi qas ev mijarên siyasî bin jî komîsyon dikare vê meseleyê çareser bike. Komîsyonê hê kar û lêkolîna xwe dewam dike û tehqîqat neqediyaye, lê dikare vekolîna îdîayên dizî, gendelî ya hilbijartinan bike. Yanî hetanî encamên dawî dernekevin mirov nikare bêje ev îdîa rast an jî nerast in."

    ‘KOMEK PROBLEMÊN HEWLÊRÊ LIGEL BEXDAYÊ HENE'

    Mamosta Dr. Ridvan Badinî ji bo axaftina Mesûd Barzanî ya ligel serokên lîsteyên ereb û şiî û damezrandina hikûmeta nû ya Bexdayê got: "Hê zûye ji bo terîfkirina hevpeymaniya Bexdayê. Li gor zanyariyan ti partî an jî lîsteyek encamekî hilbijartinê ku bi tena serê xwe hikûmetê ava bike bi dest nexistiye. Kurd di mijara têkilî danîn û diyaloga ligel Bexdayê de divê gelekî şareza û bikêrhatî bin. Divê kesên têkildar bikaribin şert û mercên xwe li ser wan ferz bikin. Yanî ji bo kurdan çi girîng e, tiştê heyatî çi ne yên ku têkevin diyalogê divê van baş bizanibin. Komek problem û pirsgirekên Hewlêrê ligel Bexdayê hene. Divê kurd bikaribin dîplomasiyeke xurt bi Bexdayê re bimeşînin û hemû problemên xwe bêyî şer, pevçûn û tundûtujiyê bi aştiyane çareser bikin. Wek mînak kurd dixwazin madeya 140emîn were cîbicîkirin, kurd dixwazin problema deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Kurdistanê, Kerkûk, mûçeyên Pêşmerge û bûdçe û çend tiştên din çareser bibe. Yanî 6-7 xalên girîng ku her kes wan dizane hene û beriya her tiştî kurd dixwazin wan çareser bikin."

    ‘HILBIJARTINA KERKÛKÊ BÛ ÎSPATA HERÎ BERBIÇAV'

    Dr. Ridvan Badinî di berdewamiya axaftina xwe de rewşa dawî ya encam û îtîrazên hilbijartin ê li Kerkûkê nirxandin û got: "Ev kesên ku îdîa dikin dibêjin dizî li Kerkûkê çêbûye, îdîayên wan bi xwe jî ne di rê de ne. Xelkên Kerkûkê, hemwelatiyên herêm û hemû dinya dizane ku piraniya xelkê bajêr kurd in û dengdanê de ev îspat bû. Kêmnetewên din ên wek ereb û tirkmen jî nêzîkî kurdan e û bi wan re tevdigerin. Yanî peşniyara çareserî ya kurdan ji bo Kerkûkê ji ya her kesî baştir e. Ev ên ku îdîayê wiha davînin holê naxwazin bajêr di nava aştî û aramiyê de bijî û pirsgirêka Kerkûkê were çareserkirin. Rêbaza herî baş rêjeya dengan a hilbijartina Kerkûkê bû û ev jî îspata herî berbiçav e. Bi kurtayî ev îdîaya kesên ku naxwazin kurd bi aştiyane bigihîjin mafê xwe ye."

    Bi heman mijarî:

    'Ji ber nakokiyên kurdan, Kurdistan û Kerkûk di xeterê de ne'
    Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir
    Barzanî li Şeqlawa: Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda
    Tirkiye li Yekîtiya ji bo Deryaya Spî: Kurdistan tine
    120emîn salvegera rojnamegeriya kurdî û Rojnameya Kurdistan
    Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!
    "Dibe ku ji ber gotina ‘Kurdistan’ê mafê parlementeriyê ji Baydemirî bê stendin”
    Etîketan:
    Hilbijartina Iraqê, Ridwan Badinî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de