07:45 25 Gulan 2018
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî bi Cerbayî re civiya: Sûriye û hilbijartina Iraqê hatin gotûbêjkirin

    © AP Photo / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Tevgera Paşaroja ya Sûriyeyê Ehmed Cerba duh serdana Serokê Herêma Kurdistanê yê berê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî kir û ji bo serkeftina di hilbijartina Iraqê de pîrozbahî lê kir. Herwiha herduyan behsa rewşa li Sûriye û Iraqê jî kir. Herwiha Barzanî û Cerba behsa rewşa Sûriyeyê jî kir.

    Mam Celal Talebanî
    © REUTERS / Thaier al Sudani/File Photo
    Tevgera Paşerojê ya Sûriyeyê(Teyar el Xed el Sûrî) duh bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê wê pîrozbahî li Barzanî gelê Kurdistanê kir ji ber serkeftina ku PDKê di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de bi dest xistiye û wiha dewam kir: Herwiha Cerbayî destpêşxeriyên serok Barzanî di pêşniyarkirina çareseriyên guncav ji bo Iraq û herêmê de bi bilindî nirxandin."

    Li gorî daxuyaniyê, Cerbayî diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê ji bo Iraqê û herêmê bi giştî giring e û teqez kiriye ku divê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê xurt bibin da ku istiqrar û pêşketinê pêk bînin.

    Ji aliyê din ve, Barzanî spasiya Serokê Tevgera Paşerojê ya Sûriyeyê û herduyan behsa hilbijartinan û encamên wê û hevpeymaniyên ji bo îstiqrara herêm û Iraqê kiriye.

    Barzanî behsa rewşa şerê Sûriyeyê û geşedanên dawî yên ewlekariyê û siyasî jî kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo Çarşema Sor peyameke pîrozbahiyê weşand
    Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Sekretêrê Giştî yê NYyê li Iraqê Jan Kubis re civiya
    Barzanî û generalê amerîkî civînek li dar xistin
    Barzanî û balyoza Avustralyayê li hev civiyan
    Barzanî û şandeke Amerîka civiyan: Divê hevahengiya me berdewam be
    Barzanî: Meqama serokkomariyê dê dîsa ya kurdan be
    Mesrûr Barzanî: Dijberên referandûmê dê li Bexdayê mafê gelê kurd neparêzin
    Wezîrê Brîtanya û Barzanî li Hewlêrê civiyan
    Etîketan:
    Tevgera Paşarojê ya Sûriyeyê, Ehmed Cerba, Mesûd Barzanî, Sûriye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de