16:38 20 Gulan 2018
    Mam Celal Talebanî

    ‘Serokomariya Iraqê pişka kurdan e'

    © REUTERS / Thaier al Sudani/File Photo
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hemin Hewramî di axaftina xwe de ragihand ku Serokomariya Iraqê pişka kurdan e.

    Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hemin Hewramî di axaftina xwe ya televîzyoneke herêmî de got: "Meqamê Serokomariya Iraqê pişka kurdan e. Lê ne şert e ku ev meqam di nava partiyên kurdan de ji bo Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) were dayîn."

    Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Araz Ebdullah jî got. "Di nava partiyên Kurdistanê de wezîfeya serokomariyê ji YNKê re be baştir e. Berê jî ev meqam ê YNKê bû tecrûbeya wê zêdetir e. Lê hem meqamê serokomariyê û hem jî meqamên din divê di encama lihevkirinê de werin parvekirin."

    Araz Ebdullah di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hevkariya kurdan li Bexdayê gelekî girîng e û divê yekîtiya xwe li Kurdistanê ava bikin."

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir
    'Ji ber nakokiyên kurdan, Kurdistan û Kerkûk di xeterê de ne'
    Barzanî li Şeqlawa: Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda
    Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!
    "Dibe ku ji ber gotina ‘Kurdistan’ê mafê parlementeriyê ji Baydemirî bê stendin”
    Kurdistan: Tu carî têkiliyên me bi Tirkiyeyê re qut nebûne
    Etîketan:
    Serokomariya Iraqê, Hemin Hewramî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de