20:52 20 Gulan 2018
    Hilbijartin

    Berdevkê Komîsyonê: Li gor qanûnê deng bi destan nayên jimartin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîsyona Hilbijartina Bilind a Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gor qanûnê deng bi dest nayên jimartin.

    Berdevkê Komîsyona Hilbijartina Bilind a Iraqê Kerîm Temîmî di civîna çapemenî de got: "Li Kerkûkê karmendên Komîsyonê di bin tehdîdê de ne û hinek jî ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve bo cihekî nediyar hatine revandin."

    Kerîm Temîmî di berdewamiya axaftina xwe de bang li serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir ku karmendên wan bide berdanê û jiyana wan jî biparêze.

    Temîmî li ser daxwaza hinek partiyên Kurdistanî bo jimartina dengan bi destan got: "Li gor qanûna Destûra Bingehîn a Iraqê deng bi destan nayên jimartin."

    Hilbijartinên giştî yên Iraq û Kurdistanê di 12ê Gulanê de hatin kirin û hem dengdan û hem jî jimartina dengan bi awayê elektronîk bû. Hinek partiyên Kurdistanî jî îdîa kiribûn ku di hilbijartinê gendelî hatiye kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in
    Eniya Tirkmenan û 6 partiyên Kurdistanê dixwazin hilbijartin werin betalkirin
    'Eger werim hilbijartin ez ê Hulusi Akar ji wezîfê bistînim'
    Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
    Li Tûnisê piştê ‘Bahara Erebî’ yekem hilbijartin hat kirin
    Mesrûr Barzanî: Ev hilbijartin, hilbijartineke çarenûssaz e
    Etîketan:
    Komîsyona Hilbijartina Bilind a Iraqê, Kerîm Temîmî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de