14:15 23 Gulan 2018
    Artêşa Iraqê

    Piştî hilbijartinê rêya Mûsil û Şêxan dîsa hat girtin

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarekî hêzên Pêşmerge di axaftina xwe de ragihand ku hêza ewlehî ya Iraqê dîsa rêya navbera Mûsil û Şêxanê girt.

    Fermandarê Pêşmerge û berdevkê yekîneya sê ya hêzên Zêrevanî li eniya Nawerana Mûsilê Seîd Eskender ragihand ku artêşa Iraqê rêka navbera Şêxan û Mûsilê ku beriya hilbijartinan hatibû vekirin, dîsa girt.

    Fermandar Seîd Eskender di berdewamiya axaftina de got: "Me û artêşa Iraqê 11ê vê mehê li hev kiribû ku rêya Şêxan û Mûsilê piştî rûdanên 16 Cotmeha par hatibû girtin were vekirin. Piştî ku hilbijartinên Iraqê bi dawî bûn artêşa Iraqê dîsa ew rê girt.

    Hêjayî gotinê ye berî hilbijartina giştî Iraqê li herêmê rêyen navbera gelek navçe û bajaran hatibûn vekirin, lê xuyaye ku ev ji bo hilbijartinê hatine vekirine.

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Neh partiyên kurdî li Mûsilê tev li hilbijartinan dibin lê tenê YNKê vegeriyaye'
    Muhsin Seidûn: Ez bawer nakim kesek li ser Mûsilê were bidarvekirin
    'Heşda Şeibî kartên dengdêriyê nade kurdên li Mûsilê'
    Li Mûsilê 20 DAIŞî hatin desteserkirin
    Rêya Duhok û Mûsilê piştî 4 salan vebû
    Etîketan:
    Rêya Mûsil û Şêxan hat girtin, Mûsilê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de