11:35 23 Gulan 2018
    Tevgera Goran - Ala Iraqê - Kurdistan - Ala Kurdistanê

    Şêwirmendê wezaretê: Tevgera Goran daxwaza hêzeke çekdarî nekiriye

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Lîwa Bextiyar Baban diyar kir ku ji Tevgera Goranê ti daxwazeke avakirina hêzeke çekdarî nehatiye.

    Lîwa Bextiyar Baban ji televizyona Rûdawê re ragihandiye ku heta niha Tevgera Goranê destûra avakirina hêzên çekdarî nexwestiye û got: "Wisa xuya ye tenê hinek kes dixwazin, lê nebûye tiştekî fermî û daxwazkirî. Li gor nêrîna min, daxwazeke wan a bi vî rengî dê nebe."

    Baban bal kişand ser ku hêzên çekdarî yên ku li Kurdistanê ne, di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hatine birêxistinkirin û bi navê pasevaniya Herêmê ye ku ji bilî wê ji bo pêkanîna ti hêzekê rê nayê dayîn.

    Piştî bûyera ku şeva hilbijartinê (12ê Gulanê) êrîşeke çekdarî bi ser baregeha Tevgera Goran a Girê Zertekê hatibû kirin, hatibû îdiakirin ku Goran daxwaza avakirina hêzeke çekdarî kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Li kampên penaberan kîjan partiyê çiqas deng standin?
    Rûsya: Li Hûmsê tehliyekirina milîtanan gihîşt dawiyê
    Polîsa jin li ber standa HDPê strana ‘Olurum Turkiyem’ lê da û îşareta 'bozkurt' çêkir
    Li Akrê qezaya trafîkê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
    Endamê Komîsyona Hilbijartinê: Pêwist e daxwaza partiyên Kurdistanê bê bicihkirin
    Ji Federasyona Rojnamevanên Navnetewî bo Ukraynayê: Vişînkiy derhal berdin
    Lîstîkavana ‘Keçên Rojê' li Cannesê bû
    Etîketan:
    Tevgera Goran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de