22:44 22 Gulan 2018
    Brett McGurk

    McGurk: Bêyî kurdan, îstiqrar ne pêkan e

    © REUTERS / Muhammad Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAIŞê Bret McGurk kir. Hat ragihandin ku herduyan di civînê de teqez kiriye ku rola kurdan gelekî pêwîst e.

    Li gorî medyaya Herêma Kurdistanê, Barzanî pêşwazî li Brett McGurk û heyeta pê re kir.

    McGurkî pirozbahî li Barzanî, PDK û gelê Kurdistanê kir ji bo serkeftina ku di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de bi dest xistiye.

    Herwiha nûnerê serokê amerîkî teqezî "li ser rola Barzanî ya dîrokî û giring a li Kurdistan, Iraq û herêmê kir" û destnîşan kir ku welatê wî alîgirê wê yekê ku siyaset di çareserkirina kêşeyên hevpar ên navbera Iraq û Kurdistanê de bihêz û bibandor be.

    McGurkî misoger kir ku divê têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê di hemû qadan de dewam bikin.

    Li gorî nûçeyê, encamên hilbijartina Iraqê û pêvajoya wê hatiye nirxandin, rola Kurdistanê di îstiqrarê de hatiye û ihtimalên hikûmeta nû ya Iraqê jî hatine gotûbêjkirin û wiha hat gotin: Hikûmeteke ku beşdariya Kurdistanê tê de tine be, ne pêkan e ku îstiqrarê pêk bîne."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Nabe axa Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina li ser cîranan were bikaranîn
    Barzanî peşwaziya heyeta brîtanî kir
    Barzanî û şanda amerîkî civiyan: Dê hevkarî û hemahengî berdewam be
    KCKê ji bo malbata Barzanî sersaxî xwest
    Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
    Etîketan:
    PDK, mesûd Barzanî, Mesûd Barzanî, Brett McGurk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de