14:17 23 Gulan 2018
    Hilbijartinên Iraqê  li Hewlêrê

    Komisyona Hilbijartinan a Iraqê: Karmendên me li Kerkûkê hatine dorpêçkirin

    © Sputnik / Sarah Noreddine
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Komisyona Hilbijartinan a Iraqê îro çarşemê ragihand ku hinek karmendên wê yên li Kerkûkê hatine dorpêçkirin û wek rehîne tên hesibandin.

    Alaya Rûsyayê
    © Sputnik / Kirill Kallinikov
    Komisyonê îro çarşemê ragihand ku encamên dawî yên hilbijartinan dê di nava du rojan de werin ragihandin.

    Herwiha komisyona got, "karmendên me hene ku hatine dorpêçkirin û ew di hikmê rehîneyan de ne ku ji aliyê çekdarên li navendên hilbijartinê yên Kerkûkê de hatie girtin."

    Li gorî Kanala El Sûmeriyê, hîn 186 îstasyonên li ser asta Kerkûkê hene ku hîn encamên wan negihiştine.

    KOMSIYONÊ DAXWAZA ŞEŞ PARTIYÊN KURDÎ RED KIR

    Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê ragihand ku Encamê Civata Komiseriya Iraqê Seîd Kakeyî îro çarşemê di preskonferansekê de gotiye, "rast e, têbinî li ser encamên dengdana Parlamentoya Iraqê hene û me daxwaz kir ku rê bê dan da ku 25% ji dengan careke din bi destan werin jimartin ji bo guman li ser encaman nemînin lê heta niha rê nehatiye dan.

    Herwiha Kakeyî got, "li Herêma Kurdistanê 6 partiyan û li herêmên Iraqê yên erebî 6 partiyan encamên hilbijartinê red kirine û wan daxwaz kiriye ku jimartin dubare bibe lê mixabin heta niha Komiysona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê qebûl nekiriye ku dengên li hinek bingehan careke din bide jimartin."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Kurdistanê: "Bila hemû gelê kurd piştrast be, dê Kerkûk were parastin"
    Muqteda Sadr gef xwar: Kerkûk bi Kurdistanê ve nayê gir​ê​dan
    Kerîm:'Bi tu awayî nabe Kerkûk bi Iraqê re girêdayî bimîne'
    KERKÛK - Rewşenbîrên kurd: Bila Kongereya Neteweyî bê lidarxistin
    KERKÛK - DAIŞê êrişî pêşmerge û PKKê kir
    HPG: ‘Ji bo parastina Kerkûk û Kurdistanê em beşdarî operasyona Mûsilê dibin’
    Li Kerkûk, Mûsil û Şingalê êrişên giran! 20...
    Etîketan:
    Komiysona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê, Seîd Kakeyî, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de