16:42 20 Gulan 2018
    Barham H. Mustafa

    ‘Gendeliya dengdan a Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve hat kirin'

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 01

    Rojnamevan, şîrovekar û aktîvîstê siyasî Barham Hasan Mustafa encamên hilbijartinên Iraqê, îdîaya gendeliya dengên Silêmanî û rewşa dawî ya herêmê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Rojnamevan, şîrovekar û aktîvîstê siyasî Barham H. Mustafa ji bo îdîaya gendelî ya hilbijartina li Silêmaniyê got: "Meseleya îdîaya gendeliya dengdanê li Silêmanî û Kerkûkê meseleyeke bi serê xwe ye, ji bo ku rêvebiriya herdu herêman jî di destê Yekîtiyê (YNK) de ye. Yanî ev partiyên ku îdîa dikin dizî bûye ne ji bo Duhok û Hewlêrê ji bo Silêmanî û Kerkûkê dibêjin. Hûn ji kîjan hemwelatiyên kurdistanî bipirsin wê bêjin ên ku ev diziya dengan kir Îran bû. Yanî Hacî Qasim Silêmanî bû.

    ‘HEMÛ KURDISTANÎ DIZANIN GENDELIYA HILBIJARTINÊ BI DESTÊ ÎRANÊ HAT KIRIN'

    Şîrovekarê siyasî Barham H. Mustafa di axaftina xwe de got: "Yanî bê mubalexe hûn ji kî bipirsin, bêjin ma meseleya dengdanê çawa çêbû? Dê bêjin mirovê Îranê Qasim Silêmanî wê rojê destwerdana hilbijartinê kir û ev diyarî çav e. Ez vê bêjim Goran, Komala Îslamî, Yekgirtuyî Îslamî û yên din em dikarin bêjin dengên xwe kêm kirin û ev tiştekî normal e, çimkî qeyraneke aborî û şerê li hemberî DAIŞê hebû. Jixwe li Kurdistanê derdora ji sedî 55-60 xelkê beşdariya dengdanê kir. Rêjeya dengdanê li her derê kêm bû. Ji xeyrî kêmbûna rayên partiyên navborî dengên Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) jî kêm bûn. Li gor agahiyan heta niha derdora 43 hezar dengên PDKê li Silêmaniyê winda ne. Wek min got hemû kurdên herêmê dizanin sextekariyeke çêbûye û leystokek hatiye lîstin."

    ‘GRÛBA NÊZÎ ÎRANÊ NAHÊLE DENG BI DESTAN WERE JIMARTIN'

    Aktivîstê siyasî Barham H. Mustafa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev diziyeke gelekî eşkere bû û her kurd bi vê dizane. Niha jî her 6 partiyên Kurdistanê daxwaza dubarekirina hilbijartinan dikin eger dubarekirin ne be jî dixwazin deng bi destan werin jimartin. Jixwe Polîtbûroya YNKê jî daxuyanî da ku ew qebûl nakin deng bi destan werin jimartin. Herwiha PDK jî piştî civîna Polîtbûroyê daxuyanî da û ragihand ku eger were xwestin em dikarin li Zaxo, Duhok, Hewlêr û deverên din dengan bi destan bijmêrin. Hemû partî daxwaza jimartina dengên destan dikin lê tenê Yekîtî (YNK) qebûl nake û razî nabe. Dibêjin gerek komîsyon biryara jimartina dengan bide. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ku dengên Kerkûkê bi destan werin jimartin, lê hê ji bo Silêmaniyê tiştek negotiye. Grûbek di nava YNKê de ku gelekî nêzîkî Îranê ne nahêlin deng werin jimartin."

    ‘BARZANÎ BI HADÎ AMIRÎ RE HEVDÎTINEK PÊK ANÎ'

    Barham H. Mustafa di dirêjiya axaftina xwe de got: "Îro Serok Mesût Barzanî bi rêya telefonê bi Hadî Amirî re axaftinek pêk anî. Barzanî duhî jî bi Muqteda Sedr re axaftineke telefonî ji bo nirxandina rewşa dawî ya Iraq û herêmê pêk anî. Dixwazim vê bêjim, berî hevdîtina bi partî û lîsteyên ereb û şiî re divê pêşî kurd biryara xwe ya yekîtiyê bidin. Nabe ku Partî bêje em li gel Sairun, Yekîtî bêje ez ligel Malikî û Goran jî bêje em ligel Ebadî, nabe. Ev xeletiye û kurd bi vê eqliyetê bipêş nakevin. Kurd wek biryara referandûmê divê dîsa bi serokariya Barzanî biryareke yekîtiyê bidin û bêjin çi hebe bila hebe werin cem hev û di nav xwe de başbûna Ebadî, Malikî û Sedr û yên din hevpar bidin. Di vê pêvajoyê de eger bikaribin yekîtiyekê ava bikin û pêkve tev bigerin dê gelekî bi hêz bibin.

    ‘XELKÊ KURDISTANÊ ÇAVNÊRIYA YÊKRÊZIYA PARTIYAN KURD DIKE'

    Mustafa di dawiya axaftina xwe de got: "Niha hemû partî li benda daxuyaniya encam û biryara dawî ya Komîsyona Hilbijartina Bilind in. Piştî zelalbûna encaman divê em jî wek kurd biryarên xwe bidin. Li Kurdistanê li gor encamên niha Partî yekemîn û Yekîtî jî duyemîn e. Li gor qenaeta min di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de kurd bi partiyên herî xurt ên Iraqê re tifaqê çêbikin dê baştir be. Ne PDK û ne jî YNK nikare sedî sed biryara tevlîbûna hikûmetê bide, divê tevlîbûn bi yekrêzî pek were. Em wek xelkên Kurdistanê çavnêrî dikin ku hemû partiyên kurd yekrêziya hev bigrin. Yekrêzbin û ligelhev biryarê bidin."

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in
    Eniya Tirkmenan û 6 partiyên Kurdistanê dixwazin hilbijartin werin betalkirin
    'Eger werim hilbijartin ez ê Hulusi Akar ji wezîfê bistînim'
    Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
    Li Tûnisê piştê ‘Bahara Erebî’ yekem hilbijartin hat kirin
    Etîketan:
    Goran, YNK, PDK, Barham H.Mustafa, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de