18:03 21 Gulan 2018
    Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

    Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê yên dengên hilbijêrên parêzgehên Kerkûk û Duhokê ragihandin.

    Li gor encaman li Kerkûkê Partiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bûyeke partiya yekemîn. Li Duhokê jî Partiya Demokrata Kurdistanê bi cudahiyeke mezin partiya yekemîn derketiye.

    Piştî YNKê Hevpeymana erebî pila duyem bidest xistiye bi 83 hezar û 837 dengan, Eniya Turkmanî pila sêyem bi 79 hezar û 256 dengan, Hevpeymana Nesr 24 hezar û 246 deng, Hevpeymana Fetih 18 hezar û 406 deng, Hevpeymana Wetenîye 14 hezar û 932 deng, Nifşê Nû 12 hezar u 836 deng, Partiya Sosyalîsta Kurdistanê ya bi serokatiya Hemê Hacî Mehmud jî 7 hezar û 157 deng li Kerkûkê bi dest xistin.

    Li gor encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Kerkûkê lîsta YNKê bi wergirtina piraniya dengan bûye partiye yekemîn ku 183 hezar û 300 deng wergirtiye.

    Li parêzgeha Duhokê jî lîsteya PDKê bi rêjeyeke zêde ya dengan bûye yekemîn ku 348 hezar û 777 deng bi dest xistine.

    Li Duhokê Yekgirtûya Îslamî 48 hezar û 300 deng, YNK 25 hezar 823 deng û Nifşê Nû jî 17 hezar û 823 deng bi dest xistin.

    EBADÎ XWEST KU DENG BI DESTAN JI NÛ VE WERIN JIMARTIN

    Ji aliyê din hevdem ligel ragihandina encamên destpêkî yên herdu parêzgehên Kerkûk û Duhokê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di preskonfransekê de daxwaz ji komisyona bilnda serbexwe ya hilbijartinan kir ku dengên parêzgeha Kerkûkê car din bi destî werin hejmartin.

    Di hemberê de PDKe her îro bi serokatiya Mesud Barzanî civînek li dar xist û piştî civînê daxuyanyek weşand ku tê de bo parastina ewlehya welatiyan piştevaniya hejmartina dengan bi destî dikin.

    Bi heman mijarî:

    PDK bi Serokatiya Mesûd Barzanî civiya
    Beramberîkirina lîmûzîna Pûtîn ‘Aurus Senat’ û ‘Cenewar’a Trump
    Li Hewlêrê li dijî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hat lidarxistin
    Lavrov: Dê encamên nebaş ji biryara nukleerî ya Amerîkayê derkevin
    Rûsya: Li Sûriyê têkoşîna li hember terorê ber bi dawîbûnê ye
    Etîketan:
    Dengdan, Duhok, Hilbijartin, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de