08:07 25 Gulan 2018
    Mesûd Barzanî

    PDK bi Serokatiya Mesûd Barzanî civiya

    © Foto : presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi Serokatiya Serokê PDKê û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û encamên hilbijartinên Iraqê nirxand. PDKê di daxuyaniya xwe de daxwaz kir, “tevahiya dengan li seranserê Kurdistanê bi dest bihên cudakirin û bihêne hejmartin.”

    Polîtbûroya PDKê, ragihand ku di vê pêvajoya hestiyar de girîngiya yekîtiyê hîn zêdetir e. Di civînê de pêvajoya hilbijartinê bi hûrgilî hate gotûbêjkirin û piştî civînê daxûyaniya encamê ya civîna Partiyê hate ragihandin.

    Li gorî zanyariyên malpera fermî ya PDKê, PDKê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser girîngiya yêkrêziya kurdan û diyar kiriye ku: "Giringiya yekîtiyê di vê pêvajoya hestiyar de zêdetir derketiye pêş. Alî bi zanyariya berjewendiyên niştimanî û parastina berjewendiyên gel dive bidin pêş. Ev helwêst dive li pêş berjewendiyên şexsî, hizbayetî û bidestxistina kursiyan be".

    Li ser hin daxwazên dubarekirina hilbijartinan an jinûve hejmartina dengan jî PDKê ev biryar da: "Di vê demê de ku niha Komîsyona Hilbijartinan encamên hilbijartinan radighîne, rêya rast serlêdana rêyên destûrî li gel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan e".

    Herwiha di dawiya wê daxûyaniyê de hat teqezkirin ku PDK di hilbijartinan de weke partiya yekemîn derketiye û lewra ji xelkê Kurdistanê, kadro, endam û alîgirên Partiyê spasiyên xwe pêşkêş kir.

    Bi heman mijarî:

    Goran: Belge li ber destê me hene ku PDK û YNKê sixtekarî kiriye
    Encamên destpêkê yên 4 parêzgehan hatin ragihandin: Li Hewlêr PDK, Silêmanî YNK yekemîn e
    PDK, YNK û Goran li derveyî welat çiqas deng standin?
    ‌ Xusrew Goran: Em bawerîn ku vê carê jî PDK wek carên berê yekem partiya kurdî be
    Barzanî li Şeqlawa: Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda
    ‘PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin’
    Mesûd Barzanî bi balyozê Îranê yê li Iraqê re civiya
    Heyder Ebadî û Mesûd Barzanî bi telefonê axivîn
    Mesûd Barzanî peyamek weşand
    Mesûd Barzanî: Nêzikbûna Hewlêr û Bexdayê girîng e
    Mesûd Barzanî ji bo cejna Newrozê peyamek weşand
    Etîketan:
    Nirxandin, Encam, Hilbijartinên Iraqê, Civîn, PDK, Mesûd Barzanî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de