20:51 20 Gulan 2018
    Mesûd Barzanî

    Barzanî pîrozbahî li Sedirî kir

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê yê berê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêwendiyeke telefonî Serokê Tevgera Sedirê Muqteda el Sedirî re kir û ji bo serkeftina hevpeymaniya wî ya bi navê Sairûnê pîrozbahiyê lê kir.

    Roja şemiyê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi rê ve çûbûn û li gorî agahiyên Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dabûn, Hevpeymaniya Sairûnê ya Muqteda el Sedirî bûbû hêza yekem di hilbijartinan de.

    Li gorî medyaya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê yê berê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî telefonî Sedirî kiriye û pîrozbahî lê kiriye.

    Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo heman sedemê pêwendiyeke telefonî bi Sedirî re daniye.

    Ji aliyê din ve, Serokwezîrê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesirê Heyder Ebadî jî telefonî wî kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê HDPê: Referandûma Kurdistanê û bûyerên Efrînê kurd nêzikî hevdu kirin
    Ji bo roja 1ê Adarê li Herêma Kurdistanê betlane hat ragihandin
    Sputnik Kurdistanê wêneyên pêşmergeyên PDK-Î berhev kirin
    Partiyên kurdî ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' ava kirin û şertên tifaqê aşkere kirin
    'Îran hewl dide kurdên Rojava û herêma Kurdistanê bikişîne aliyê xwe'
    Li Kurdistanê ji malbatekê 5 kes ji bo Parlamentoya Iraqê bûne namzed
    Etîketan:
    Hevpeymaniya Nesir, Hevpeymaniya Sairûn, Muqteda el Sedir, Heyder Ebadî, Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de