11:37 23 Gulan 2018
    Hewlêr-Hilbijartin

    ‘Li Kurdistanê dizîyeke bi plan û bi bername hat kirin'

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 11

    Şîrovekarê siyasî û mamostayê Zanîngeha Raperîn a beşa têkiliyên navneteweyî Aram ehmed Ûso hilbijartina Iraqê û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Şîrovekarê siyasî û mamostayê Zanîngeha Raperîn a beşa têkiliyên navneteweyî ya li Ranyaya Silêmaniyê Aram Ehmed Ûso ji bo îdîayên gendeliya hilbijartinan got: "Di hilbijartina parlamenteriya Iraqê de ew encama ku aliyên siyasî hêvî dikir mixabin nehat bidestxistin. Li Kurdistanê, diziyeke bi plan û bername ji aliyê desthilatdarên Kurdistanê, li dijî partiyên muxalefetê hat kirin. Loma jî ew encama ku dihat çaverêkirin û rewşa îro gelekî ji hev dûr in."

    ‘ENCAM PÊŞTIR LI GOR XWE LI SÎSTEMÊ BAR KIRINE'

    Aram Ehmed Ûso di axaftina xwe de got: "Ez amadekirin û birêvebirina diziyê jî dikarim wiha şirove bikim. Hemû aliyên Kurdistanî, wek Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî, Partiya Komunîst, Partiya Sosyalîst û yên din li ser wê yekê biîsrar in ku li gor rapirsiyên hatine kirin jî dengê ku ew bi dest dixin ji rêjeya ku halê hazir hatiye eşkerekirin gelekî zêdetir e. Ev yek jî bi sîstema elektronîk ve girêdayî ye ku pêştir hêz-partiyên desthilatdar bi awayekî profesyonel li ser xebitîne. Partiyên desthilatdar bi bernameyên compîterê, pêştir encamên li gor xwe li sîstemê bar kirine û li gor vê jî Partî û Yekîtiyê piraniya kursiyên Kurdistanê bi des xistine. Bi saya vê yekê jî ev rewşa îro em tê de derketiye holê."

    ‘JI BO PDK BEŞDARÎ HILBIJARTINÊ NEKIR YNKÊ PIRANIYA KURSIYAN BI DEST XIST'

    Ehmed Ûso di berdewamiya axaftina xwe de ji bo sedemê beşdarnebûna PDKê li Kerkûkê got: "Ji ber ku li gor PDKê, Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye dagirkirin. Sedemê sereke yê beşdarnebûna PDKê li Kerkûkê dagirkirina vê parêzgeha Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî ye. Lê li gor qenaeta min sedema serekî ne ev e. Sedema bingehîn ew e ku PDK li Kerkûkê zeîf e. Hêza PDKê ya ku li Kerkûkê jî wek Duhok, Hewlêr û Nînowayê dengekî zêde bi dest bixe tuneye. Ji ber ku PDKê beşdarî li hilbijartinê nekir jî YNKê piraniya kursiyan bo xwe bir."

    ‘KURD NIKARIN YEKÎTIYEKÊ AVA BIKIN'

    Ûso di dirêjiya axaftina xwe de ji bo yekîtiya partiyên kurd li Bexdayê got: "Ez, di mijara ku kurd li Bexdayê bikaribin li hemberî partiyên şiî yekîtiyekê û yekdengiyê çêkin ne geşbîn im. Ez bawer nakim ku partiyên Kurdistanî bikaribin bi yek lîste û yek hêz beşdarî parlamentoya Iraqê bibin. Ji ber ku vê hilbijartinê jî derxistiye holê ku Partî (PDK) û Yekîtî (YNK) careke din karîne li Kurdistanê diziyeke bi plan û bername li hemberî partiyên din ên kurdî bikin. Ev jî dê bibe sedem ku partiyên din ên Kurdistanî ji derveyî Partî û Yekîtî li hemberî partiyên Ereb-Şiî helwesteke cuda bigirin."

    Bi heman mijarî:

    Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên lraqê PDK û YNKê piraniya kursiyan stendin
    Demirtaş bo hilbijartinên serkomariyê: Teqez ez ê qezenç bikim
    Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
    Ebadî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê daxuyanî da
    Di hilbijartinên pêşwext ên li Malezyayê de desthilatî guherî
    Di hilbijartinên Lubnanê de tifaqa Hizbullah-Emel derketin pêş
    'Hebûna kurdan di hilbijartinên li Kerkûkê de şermok e'
    Etîketan:
    YNK, PDK, Aram Ehmed Ûso, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de