17:08 24 Gulan 2018
    Tevgera Goranê

    Goran: Belge li ber destê me hene ku PDK û YNKê sixtekarî kiriye

    © Sputnik / Osman Başqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Heta niha encamên hilbijartinên Parlamentoya lraqê bi tevahî nehatine ragihand û encamên her du parêzgehên Kerkûk û Dihokê hêj mane. Lê duhî her 6 partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê encamên destpêkê yên hilbijartinan red kirin û piştî civînekê ji bo raya giştî ragihand ku ew bi van encaman qayil nabin û daxwaza dubarekirina hilbijartinan kir.

    Tevgera Goranê jî yek ji wan partiyan bû ku li gorî encamên destpêkê piştî PDK û YNKê bûye partiya sêyem, lê ew jî bi encamên xwe ne qayil in. Berdvekê Tevgera Goranê Şoreş Hacî li ser qayilnebûna partiya xwe ya ji encamên hilbijartinan ji Sputnîk Kurdistanê re axivî û got, "Bi sedan belgeyên rast û durist li ber destên me hene û em dikarin biselimînin ku PDK û YNKê ji Zaxo heta Xaneqîn û Helebceyê di encamên helbijartinan de çi gendelî û sixtekariyeke kirine."

    'LI IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ BI NAVÊ YASAYÊ TIŞTEK NEMAYE'

    Şoreş Hacî li ser van îdiayên xwe yên derbarê gendelî û sixtekariyê de jî got, saziyên sîxurî yên herdû partiyan bi alîkariya welatekî herêmê ev tişt kirine, lê nexwest navê wî welatî eşkere bike. Berdevkê Goranê di berdewamiya axaftina xwe de got, "Mixabin li lraq û Herêma Kurdistanê bi navê yasayê tiştek nemaye. Ji ber nebûna yasayê hin hêzên herêmî û navdewletî bi çarenivîsa gelê Herêma Kurdistanê û lraqê dilîzin."

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî
    © REUTERS / Ofîsa Serokwezîriya Iraqê
    Şoreş Hacî di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman, "Bi rastî ti yasa nemaye. Lê yê me tenê girseya me heye û em baş dizanin ku em ê li hemberî binpêkirina mafên cemaweriya Kurdistanê çawa tevbigerin. Lê em niha hewl didin bi rêya yasayê belkî em vê pirsgirêkê çareser bikin. Eger em hîç encamekê negirin, bernameya me heye û em ê bi rêyên siyasî û bikaranîna cemawera xwe hewl bidin."

    'KIRINA SIXTEKARIYÊ JI BO AMERÎKAYÊ NE GIRÎNG E'

    Berdevkê Tevgera Goranî Hacî li ser helwesta Amerîka, NY û rêxistinên navdewletî ya li hemberî encamên hilbijartinan jî got, "Heta niha Amerîkayê ti peywendiyek bi me re dananiye û ez wiha bawer dikim ku ji bo Amerîkayê ne girîng e ku sextekarî hatiye kirin an na. Ji ber ku Amerîka tenê bo medyaya wan diaxive û li Iraqê hebûna mafê xelkê, azadiya wan û demokrasî ji bo berpirsên Amerîkayê qet ne girîng e û Amerîka Iraqê tenê jib o berjewendiyên xwe yê stratejîk diparêze."

    Bi heman mijarî:

    Eniya Tirkmenan û 6 partiyên Kurdistanê dixwazin hilbijartin werin betalkirin
    Ebadî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê daxuyanî da
    Li Kurdistanê partiyên siyasî ji encamên hilbijartinan bi guman in
    Li Iraq û Kurdistanê pêvajoya dengdanê bi dawî bû
    Ceng Sagnic: Moskowa di pêwendiyên Kurdistanê de gelekî bi biryar e
    Etîketan:
    PDK, YNK, Berdevkê Tevgera Goranê, Şoreş Hacî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de