01:38 26 Gulan 2018
Nêçîrcan Barzanî û Bret McGurk

Barzanî û McGurk proseya piştî hilbijartinê gotûbêj kirin

© Foto: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê, pêşwazî li Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAIŞê Bret McGurk û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Doglas Silliman û şandeya diplomatîk ya bi wan re kir û şandeya mêvan bi pêwîstî zanî aliyên kurdî bi yekdeng digel aliyên din di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de rol hebe.

Li gorî agahiyên malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şandeya Amerîkayê, ji bo wê hilbijartina bi awayekî demokratîk hatiye encamdan, destxweşî li xelkê Herêma Kurdistan û Îraqê kir, bi taybetî li Herêma Kurdistanê ku bi awayekî berfireh beşdarî di dengdanê de kir. Şandeya mêvan bi pêwîstî zanî ku aliyên Kurdistanê bi yek deng digel hêzên siyasiyên Iraqê yên ku di hilbijartinan de serkeftine, roleke bi bandor di pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de hebe û parlamenterên kurd mafê xelkê Kurdistanê biparêzin.

Barzanî ji şandeya Amerîkayê re behsa rêjeya beşdariya xelkê Herêma Kurdistanê di hilbijartina parlamentoya Iraqê de kir û gor ku rêjeya beşdariyê li herêma Kurdistanê liheberkirin digel beşên din yîn Iraqê gelek zêdetir bû. Serokwezîr got ku divê aliyên kurdistanî û îraqî yên di hilbijartina de serkeftin bidest xistiye dest bi danûstanina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bikin bi awayekî ku wê hikûmetê pirojeyê siyasî, avadankirin û visyoneke zelal ji bo niha û paşeroja Îraqê hebe û aliyên kurdistanî jî di parastina mafên destûriyên Herêma Kurdistanê de roleke karîger tê de hebe. Nirxandina encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê û gavên li paşerojê bên avêtin mijarên din yên civînê bûn.

Bi heman mijarî:

Dr. Nasih Xefûr: Vexwendina Barzanî bo Moskowê peyameke zelal a Rûsya ye
Piştî serdana Moskowayê şandeke amerîkî serdana Barzanî kir
Hikûmeta Kurdistanê li ser naveroka hevdîtina Pûtîn û Barzanî daxuyanî da
Barzanî û Pûtîn li ser bihêzkirina pêwendiyên Rûsya li gel Herêma Kurdistanê li hev kirin
Weqfa Alîkariyê ya Barzanî: Bila her kes bi hewara êzîdiyên li ser çiyayê Şingalê de biçin
Nêçîrvan Barzanî li Moskowê bi Pûtîn re dicive
Barzanî dîroka hilbijartina Herêma Kurdistanê eşkere kir
Etîketan:
Gotûbêj, Hevdîtin, Hilbijartin, Doglas Silliman, Bret McGurk, Nêçîrvan Barzanî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de