17:45 23 Gulan 2018
    6 partiyên kurdan

    Partiyên kurdî: Em encama hilbijartinê qebûl nakin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    6 partên kurdî li Hewlêrê civînek lidar xistin û di encamê de biryar girtin ku encamên helbijartinê qebûl nakin.

    Îro danê êvarê li nivîsgeha Yekgirtûya Îslamî ya li Hewlêrê, 6 partên siyasî yên Kurdistanê ku di asta serkirdetiyên partiyên Tevgera Goran û Komela Îslamî, Yekgrtûya Îslamî, Hevpeymana Demokrasî û Dadweryê, Bizava Îslamî û Partiya Komînstan a Kurdistanê li hev civiyan. Piştî civînê daxuyanyeke nivîsîkî ku ji şeş xalan pêkhat weşand û têde encamên destpêkê yên helbijartinan, ji ber ku weha bawerin deng hatîne dizîn û sextekarî têde çêbûye, red kirin.

    Herwsa di xaleke din de daxwaz kirin ku helbijartin li Herêma Kurdistanê û navçeyên madeya 140 û Kerkûkê cardin bihên encamdan. Herweha xuya ye ku armanca wan vegerandina mafên xwe yên dengdanê ye û ew her 6 partî wê tev rêyên siyasî û yasayî û sivîl bigirin û ji hemû tundkariyê wê dûr bikevin û her bo vê armancê jî lîjneyeke bilind ji 6 endaman avakirine û daxwazê ji komîsyona bilind a serbexweya helbijartinan li lraqê dikin ku bang û daxwaza her 6 partiyan li ber çav bigre û di demekî zûde jî bersiv bide.

    Şeş xalên ku her 6 partiyan li ser li hev kirin
    © Foto :
    Şeş xalên ku her 6 partiyan li ser li hev kirin

    Bi heman mijarî:

    Ji hilbijartina parlementoya Iraqê dîmenên kurda yên dengdanê
    Ebadî: Hilbijartina îro wê pêşeroja Iraqê diyar bike
    Ehmed Pîre: Em ji hilbijartina Kurdistanê re amade ne
    Serokwezîrê berê: Li Iraqê piştî hilbijartina dê şerê navxweyî derkeve
    Barzanî dîroka hilbijartina Herêma Kurdistanê eşkere kir
    Etîketan:
    red, hilbijartin, encam, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de