05:27 22 Gulan 2018
    Hevseroka PYDê Asya Abdullah li Kobaniyê

    ‘Divê kurd li dijî dijberên xwe bibin yek'

    © AP Photo / / Jake Simkin
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Asya Ebdulah diyar kir ku divê gelê kurd li dijî hevkariyên hêzên dijber ku di dîrokê de tu carî nebûne yek û îro li dijî gelê kurd gihiştine hev û got: "Ev nêzîkatiyên wan, asta girîngî Û bandora gelê me nîşan dide. Divê hemû hêzên niştimanî yên Kurdistanê bi rihê berpirsiyariyê piştgiriya Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin."

    Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEMê Asya Ebdulah di gotara xwe ya bi ser nava "Kongreya Netewî ya Kurdistanê û pêwîstiya lidarxistina wê di rewşa veguhertinê ya herêmê de" ku li ser rojnameya Bûyer hate weşandin de destnîşan kir ku dijberên kurdan ti car nabin yek, lê îro li dijî kurdan gihîştine hev.

    Ebdullah wiha pê de çû: "Encamê Cenga Cîhanê ya Yekem bû sedema ku gelek hevgirtin û yekîtî werin hilweşandin. Her wiha hêzên nû derketin û di hin hêzan de parçebûn pêk hat. Gelê kurd ji mafê xwe bê par man. Di Cenga Cîhanê ya duyemîn de jî binpêkirin û înkar li dijî gelê kurd hate meşandin, ev rewş di Şerê Sar de jî dewam kir. Lê di dema niha de diyar dibe ku gelek tişt ji gelek aliyan ve têne guhertin."

    ‘RIZGARKIRINA EFRÎNÊ MISOGERIYA MAYÎNA ME BE'

    Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEMê da zanîn ku dibe ku pirojeyek nû li herêmê heye, bi riya vê pirojeyê dê rewşa herêmê ya nû were diyarkirin û wiha dewam kir: "Bi van guhertin û pêşketinên diramatîkî re ku di herêmê têne jiyankirin, pêwîstî bi domandina şoreşê û berizkirina asta berxwedanê heye. Rizgarkirina Efrînê wê misogeriya mayîna me di aliyê bibandor de bihêle. Wiha jî wê zehmet be tu alî biryara me bigrên me û pirojeyên me yên civakî ku ev 7 sal in em ji bo wê tekoşîn dikin asteng bikin. Ev cihê me yê bi hêz, piştiriya hemû keda me ku dikare dibe bingeha hevgirtina me ya bi hêza saz bike dike. Wiha jî wê hêzên dijber ku hîn ji bo têkbirina gelê me kar dike neçar bibin paş de vegerin. Ji ber wê xwe li ber xwedananek mezin bibîn in."

    ‘DIVÊ HEMÛ HÊZÊN NIŞTIMANÎ YÊN KURDISTANÎ PIŞTGIRIYA KONGREYA NETEWEYÎ BIKE'

    Abdullah ragihand ku di dîrokê de tu caran hevkariya dijberên kurdan çênebûye, lê niha ji bo bajar û meydanên me bikin qadên şer, ev nêzîkatiyên wan pêk hatine. Ev nêzîkatiyên wan asta girîngî û bibandor a doza gelê me nîşan dide. Ji van pêwîstiyan û ji bo rê li ber binpêkirinên wan were girtin, divê hemû hêzên niştimanî yên Kurdistanê bi rihê berpirsyartiyê ya bilind têbikoşe û piştgiriya Kongreya Netewî ya Kurdistanê bike. Ev gav dê riyên nû li herêmê vebike û pêşketinên girîng bi şoreşa berxwedanê, şoreşa jinê û şoreşa Demokratîk a Rojava re bîne. Dê bibe pingeha rakirina kiriyarên berê yên neyînî ku li dijî gelê me hatine ferizkirin. Lê belê ev ji tevahiya gelên herêmê yên qebûl nekirin ji biryarên wan teslîm bibin, derbasdar e."

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir
    3 milyon û 144 hezar kurdistanî deng didin
    Barzanî: Em ê wekî aliyên Kurdistanî bi hevpeymaneke yekgirtû biçin Bexdayê
    Buldan: Tifaqa Kurdistanî ji bo pêşeroja kurdan gelek girîng e
    Partiyên Kurdistanî çûn serdana HDPê
    ‘Bloka Kurdistanî’ ya hilbijartinê li Amedê bi HDPê re dicive
    Etîketan:
    kongre, dijber, kurd, Asya Abdullah
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de