20:53 20 Gulan 2018
    Kerkûk

    Talebanî: Min ji partiyên kurd re got li Kerkûkê tevlî hilbijartinê nebin

    © Sputnik / Nazek
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Encûmena Bajarê Kerkûkê Rêwbar Talebanî di axaftina xwe de ragihand ku min ji partiyên Kurdistanî agehdar kirin ku li Kerkûkê tevlî helbijartinan nebin.

    Rêbwar Talebanî di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Ji bo hilbijartin li bajarê Kerkûkê neyên kirin min gilî li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê kir. Min daxwaz ji hemû partiyên kurdistanî kir helbijartinan boykot bikin, lê ji bilî PDKê ti aliyekê ew helbijartin boykot nekir, lewma divê niha encaman qebûl bikin."

    Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Rewşa Kerkûkê ne yasayî û ne destûrî ye, her çi li wî bajarî rû bide ne destûrî û ne yasayî ye. Niha komîteyek ji Bexdayê hatiye Kerkûkê û piştî ragihandina encaman divê qebûl bikin."

    Serokê Encûmena Bajarê Kerkûkê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Şeva borî Komisyona Hilbijartinan amaje bi wê yekê kir ku ti pirsgirêkeke hunerî û teknîkî tuneye û divê alî çavrêya encaman bin."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li Kerkûkê êrişî Heşda Şeibî û polîsan kir: 4 jê polîs 6 kuştî û 2 birîndar
    ‘Li Kerkûkê nehiştin hêzên ewlekariyê dengê xwe bidin’
    Ebadî: Hêzên Iraqê dê bi awayekî daimî li Kerkûkê bin
    Li Kerkûkê fermandarekî din ê Heşda Şeibî hat kuştin û 6 polîs jî birîndar bûn
    'BP û Iraqê peymanek ji bo petrola Kerkûkê îmze kir'
    Etîketan:
    Hilbijartinên Iraqê, Rêbwar Talebanî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de