22:41 22 Gulan 2018
    Ferzende Begê Hesenî

    Bîranîna salvegera idamkirina lehengê kurd: Ferzende Begê Hesenî

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Gelek lehengên kurd hene ku îro yan hindik tên naskirin yan jî qet nayên naskirin, bêguman yek ji wan lehengên kurd jî yek ji fermandarê serhildana Agiriyê Ferzende Begê Hesenî ye. 85 sal beriyê îro Ferzende Beg li Tehranê ji aliyê rejima Îranê ve hat idamkirin.

    Ferzende Beg, Bavê Elfesiya, Siwarê Ferzendê Emer, di çîrok û kilamên ku li ser ferzende hatine çêkirin de bi van navan tê pênasekirin. Ferzende Beg di sala 1892an de li navçeya Kopê ya bajarê Mûşê hat dinyayê. Kurê Silêmanê Ehmed e ji eşîra Hesenan e.
    Piştê avabûna Komara Cumhûriyetê Ferzende Beg li hember înkar û asîmileya rejimê serî hildide û piştgiriya Serhildana Şêx Seîd dike. piştê têkçûna serhildanê derbasê Îranê dibe û heta serhildana Agiriyê li wir dimîne.

    Bi destpêkirina Serhildana Agiriyê tê çiyayê Agiriyê û bi Îsa Nûrî Paşa re bi awayek qehremanî berxe dide. Piştê têkçûyina Serhildana Agiriyê bi malbata xwe û bi gelek fîraran derbasê sînorê Îranê dibe, li vir hêzên Îranê bi daxwaziya Tirkiyê dixwazin wî dîl bigirin lê Ferzende vê qebûl nake û şer dertê.

    ‘GIRTIN Û IDAMKIRINA WÎ'

    Di şer de Ferzende bi awayek birîndar tê girtin û wî dişînin Tehranê Girtîgeha Qesrîsencer. Piştê demekê dirêj di girtîgehê de jehrî dinê û Ferzende bi vê awayê tê kuştin. Li gorî îfadeya kurê Huseyn Paşa Nadir Beg ku ew jî wê gavê bi Ferzende re di heman girtî gehê de ye dibêje ku "jehrî dan Ferzende Beg û kuştin piştê kuştinê herdu çevên wê derxistin, lewra gelek ji Ferzende ditirsiyan. Digotin em çavên wî derxin eger cardin sax be jî bila kor be da ku li hember me şer neke."

    Em wek gelek lehengên kurd ên bêgor û bênav Ferzende Begê Hesenî jî bi awayek bi rûmet û bi rihmet wî bi bîr tînin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên hewlêrê: Gava kurd biçin referandûmê, divê Qazî Mihemed û Şêx Seîd ji bîr nekin
    Baydemir: Hûn bibin Hitler, em ê jî bibin Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Mazlum Dogan
    HDPÊ pirsa Şêx Seîd û hevalên wî ji Serokwezîrê Tirkîyê kir
    Etîketan:
    idam, serhildan, ferzende begê hesenî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de