05:19 25 Gulan 2018
    Dengdana hilbijartinên giştî yên Iraqê li Herêma Kurdistanê

    Eniya Tirkmenan û 6 partiyên Kurdistanê dixwazin hilbijartin werin betalkirin

    © Sputnik / Osman Başqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Piştî ku encamên destpêkê yên helbijartinên giştî yên Parlamentoya lraqê hatin ragihandin, 6 partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe li hemberî encaman diyar kir û civînek li bajarê Silêmaniyê li dar xist.

    Di civîna îro de her yek ji Tevgera Goranê, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymana Demokrasî û Dadweriyê, Bizava Îslamî û Partiya Komunîst a Kurdistanê beşdar bûn û piştî civînê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz kir ku bila encamên helbijartinan werin betalkirin û ji nû ve werin lidarxistin.

    ‘BELGE LI BERDESTÊ ME HENE'

    Herwisa di beşeke din a daxuyaniya xwe de dibêjin me belgeyên temam bi dest xistine ku sextekarî di encamên helbijartinan de hatiye kirin û pêwîste ew hilbijartin werin betalkirin.

    herwesa raghandye ku lîjneyek ji 6 partyan avakirye jiboy ku serdana komsyona bilnda serbexweya helbijartinan li lraqê bike.

    ENIYA TIRKMENAN: SIXTEKARIYEKE MEZIN HATIYE KIRIN

    Ji aliyê din ve Berpirsê Şaxa Eniya Tirkmenan li Herêma Kurdistanê Aydn Merûf ji bo Sputnîk Kurdistanê got, "Eniya Tirkmanan jî encamên hilbijartinan napejirîne. Ji ber ku sextekariyeke mezin li Kerkûk, Hewlêr û hin deverên din hatiye kirin."

    Merûf ev tişt anîn ziman: "Me wekî Eniya Tirkmanan ji Komisyona Bilind a Serbixwe xwestiye ku careke din encamên helbijartinan werin hijmatin, lê eger nejimêrin, em jî qayîl nabîn û divê hilbijartinên Parlamentoya lraqê ji nû ve werin lidarxistin."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê daxuyanî da
    Li Kurdistanê partiyên siyasî ji encamên hilbijartinan bi guman in
    Li Iraq û Kurdistanê pêvajoya dengdanê bi dawî bû
    Ceng Sagnic: Moskowa di pêwendiyên Kurdistanê de gelekî bi biryar e
    Etîketan:
    betalkirin, hilbijartin, Eniya Tirkmenan, Hevpeymana Dadwerî û Demokrasiyê, Yekgirtûya Îslamê ya Kurdistanê, Tevgera Goranê, Aydin Merûf, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de