14:18 23 Gulan 2018
    Tevgera Goranê li Herêma Kurdistanê

    Li Silêmaniyê li hemberî Tevgera Goranê êrîş pêk hat: 6 kes birîndar bûn

    © AP Photo / Yahya Ahmed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tevgera Goranê ragihand ku hinek kesan li ser fermana Lahor Şêx Cengî Talebanî bi çekên giran êrîşê ser navenda wan a li Girê Zerge yê Silêmaniyê kiriye û di encamê de 6 kes birîndar bûne.

    Endamê Civata Tevgera Goranê Endam Haşim ji bo Sputnik Kurdistanê ragihand ku îro piştî êvarê hêzeke bi ser Lahor Şêx Cengî Talebanî bi çekan êrîşê ser Navenda Tevgera Goranê ya li Girê Zergetê yê bajarê Silêmaniyê kiriye.

    Berpirsê Rêxistkirinê yê Tevgera Goranê Nûşîrewan Mistefa jî ji bo Sputnik Kurdistanê destnîşan kir ku cemawer û girseya sivîl a Tevgera Goranê hatiye pêşî li wê hêzê girtiye û nehiştiye bigihêje ser Navenda Tevgera Goranê û wî berpirsê Goranê, YNK bi 'îxanetkariyê' tawanbar kir û îdia kir ku YNK bi piştgirî û destwerdana Îranê 'îxanet'ê dike.

    Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku li Silêmaniyê ji ber teqandina guleyan 6 kes birîndar bûne û ji ber vê yekê şandeke YNKê çûye serdana Navenda Tevegra Goranê ya li Girê Zegeteyê.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo aloziya li Silêmaniyê peyamek weşand û daxwaza parastina aramiyê ji aliyan kir.

    Bi heman mijarî:

    Li Iraq û Kurdistanê pêvajoya dengdanê bi dawî bû
    Li Kurdistanê partiyên siyasî ji encamên hilbijartinan bi guman in
    Ceng Sagnic: Moskowa di pêwendiyên Kurdistanê de gelekî bi biryar e
    Ehmed Pîre: Em ji hilbijartina Kurdistanê re amade ne
    Etîketan:
    êrîş, Tevgera Goranê, Nûşîrewan Mistefa, Karwan Haşim, Silêmaniyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de