04:29 28 Gulan 2018
Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

Li Kurdistanê partiyên siyasî ji encamên hilbijartinan bi guman in

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Herêma Kurdistanê dema dengdanê ya ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê bi dawî lê bi taybetî li bajarê Silêmaniyê di navbera partiyan de alozî derket. Bi taybetî aliyên wekî Tevgera Goranê, Hevpeymana Dadwerî û Demokrasiyê ya Berhem Salih, Komeleya Îslamî, Yekgirtû û nûnertiya PDKê ya li Helebceyê YNKê bi 'sixtekariyê' sûcdar dikin.

Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnik Kurdistanê li Herêma Kurdistanê piştî bidawîbûna dema dengdanê û destpêkirina hijmartina dengan, bi taybetî li bajarê Silêmaniyê di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê de gengeşî derket.

Aliyên siyasî yên wekî Tevgera Goranê, Hevpeymana Dadwerî û Demokrasiyê ya Berhem Salih, Komeleya Îslamî, Yekgirtû û nûnertiya PDKê ya li Helebceyê YNKê bi 'sixtekariyê' sûcdar dikin û gotin, li Silêmaniyê ji ber pergala hijmartinê ya elektronîk YNKê 'sixtekarî' kiriye û ew pergal hatiye hackirin.

GELEK PARTÎ DIBÊJIN BILA DENG BI DESTAN WERIN HIJMARTIN

Tevgera Goranê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniyên xwe de parast ku pergala dengdanê ya elektronîk hatiye hackirin û gotin, "Em daxwaz dikin ku pişta xwe bi encamên pergala elektronîk ve girê nedin û careke din deng bi destan werin jimartin."

Hevpeymana Dadwerî û Demokrasiyê ya bi serokatiya Berhem Salih jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew ji hijmartina dengan bi guman in û got, ew van encaman qebûl nakin.

PKD: YNKÊ BI SIXTEKARÎ DENGÊN XWE ZÊDE KIRINE

HerwisaEndamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)Hêmin Hewramî jî li ser hisabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmanî û Helebceyê bi sextekariyeke mezin dengên xwe zêde kirine û got, "Pir ne bi mentiq e ku dengên YNKê ji dengên hemû partiyên din ên wekî PDK, Goran, Komel, Hevpeymanî û Nifşê Nû zêdetir bin. Ji ber vê yekê divê deng bi destan werin hijmartin."

GORAN, KOMELE, YEKGIRTÛ Û HEVPEYMAN: BILA HILBIJARIN WERIN DUBAREKIRIN

Tevgera Goranê, Komeleya Îslamî, Yekgirtuya Îslamî û Hevpeymana Demukrasî û Dadweriyê daxuyanyek belav kir û encamên helbijartinê red kirin û daxwaz kir ku li Herêma Kurdistanê û Kerkûkê hilbijartin werin lidarxistin.

 

Bi heman mijarî:

Li Iraq û Kurdistanê pêvajoya dengdanê bi dawî bû
Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir
Bi wêneyan dengdana taybet ya li Herêma Kurdistanê
Etîketan:
hilbijartin, Endamê Serkirdayetiya PDKê, Tevgera Goranê, YNK, Hêmîn Hewramî, Silêmanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de