11:09 24 Gulan 2018
    bidarvekirin

    Îro roja salvegera bidarvekirin a Leyla Qasim e

    © AP Photo / Denis Farrell
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Leyla Qasim di sala 1974a de, ango beriya 44 salan ligel 4 hevalên xwe ji bo balê bikişînin ser zordarî û zilma rejîma Seddam a li ser Kurdistanê, hewl dide balafirekê birevîne lê ew tên girtin û bidarvekirin.

    Leyla Qasim di sala 1952ya de li navçeya Xaneqîn a bi ser bajarê Kerkûkê ve ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Xaneqînê dixwîne. Piştî ku malbata Qasim koçî Bexdayê dike, dibistana xwe ya amadehiyê jî li wir diqedîne.

    Leyla Qasim piştî qedandina dibistana amadehiyê, gava di temenê xwe yê 20 salî de bû beşdarî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) dibe û ligel vê rêxistina neteweyî ya kurd beşdarî têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê dibe.

    'HEWL DIDE BALAFIRÊ BIREVÎNIN LÊ…'

    Di salên 1974an de ji ber ku rejîma Beas a Seddam Husên li dijî Herêma Kurdistanê şer radigihîne, rewş gelekî xerab dibe. Leyla Qasim jî di vê pêvajoyê de li dijî zilm û zordarî û êrîşên rejîma Seddam Husên xebatên çalak dimeşîne. Yek ji van jî hewldana wê û 4 hevalên wê yên revandina balafirekê bû.

    Leyla Qasim ligel 4 hevalên xwe planekê amade dikin û ji bo bala cîhanê bikişînin ser rewşa Herêma Kurdistanê dixwazin balafirekê birevînin. Lê ji ber ku balafir bi qasî 2 saetan dereng dimîne, plana wan derdikeve holê û ew û hevalên xwe tên girtin.

    'BI KUŞTINA MIN BI HEZARAN KURD WÊ HIŞYAR BIBIN'

    Qasim ligel wan 4 hevalên xwe di 12ê Gulana 1974a de ji aliyê rejîma Beas a Seddam Husên ve tên bidarvekirin. Tê gotin ku Leyla Qasim di dema darizandina xwe ya li dadgehê de ji bo dadger dibêje, "Min bikujin lê ji bîr nekin ku bi kuştina min bi hezaran kurd wê hişyar bibin. Ji bo ku ez canê xwe di rêya azadiya Kurdistanê de feda dikim, kêfxweş û dilşad im."

    Ji bo salvegera bidarvekirinê ya Leyla Qasim gelek ji parlamenter û siyasetmedarên kurd jî di nav de gelek kurdan ew bi bîr anîn û li ser hisabên xwe yên medyaya civakî peyamên bîranînê parvekirin. Hinek ji wan parvekirinan ev in:

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de