01:36 26 Gulan 2018
Hilbijartina Herêma Kurdistanê-Iraq

Çavdêrên siyasî: Êv helbijartin dê nexşeya siyasî ya lraqê biguherîne

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Îro pêvajoya dengdanê bo perlemantoya lraqê li herêma kurdistanê berdewame û Qubad Talebanî cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê wek welatiyan piştî ku navê xwe di lîsta dengdêran de dît li ser sindoqên dengdanê dengê xwe da.

Li bingeheke din li Hewlêrê Newzad Hadî parêzgerê Hewlêrê piştî dengdayinê, bo Sputnîk Kurdistan raghand: "Ji destpêka pêvajoya dengdanê li hinek bingehên Hewlêrê ji ber pirsgirêka amûrên elektronîk û herwiha li hin bingehên dengdanê jî hinek pirsgrêkên teknîkî hebûn, lê komisyonê hewldan çaser bikin."

Newzad Hadî bi rêya Sputnkê daxwaz ji komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan kir û got: "Eger pêvajo wiha be pêwîste dema dengdanê hinek bê dirêj kirin ji bo ku tevahiya welatiyan bikaribin beşdarî vê pirosaya demokrasiyê bibin."

Hadî daxwaz ji welatiyên Hewlêrê kir ku hemû beşdarî vê pirosa demokrasî bo perlemantoya lraqê bibin, ji ber ku piroseyeke pir girîng e bo çarenivîsa herêma kurdistanê. Herwisa hejmareke welatiyan jî nerîn û beşdarkirina xwe di pirosa dengdanê de anîn ziman, Hacî Ehmed got: "Hilbijartina perlemantoya lraqê bo min pir girîng e, ez hêvî dikim ku tev welatiyên herêmê beşdar bibin, deng bidin û daxwaza min ji wan kesan heye ku îro baweriya xelkê bidest dixin dibin perlemanter yekrêziya neteweya kurdan li Bexdayê bi parêzin.

Aso Kerîm wek ku çavdêrê siyasî û bo pêvajoya helbijartinan got: "Ev hilbijartin hem bo lraqê û hem bo Herêma Kurdistanê hinekî cuda ye ji yên berê, ji ber ku nexşeya siyasî ya lraqê wê biguhere û partiyên nû wê bikevin nava perlemantoyê, ez bawerim ku hikumeta lraqê ya dahatû wê cuda be ji ya niha û bûyerên vê dawiyê yên li lraqê û herêma kurdistanê bandoreke rasterast kiriye ser rewşa siyasî û helwesta partiyên mezin û bername û siyaseta wan.

Bi heman mijarî:

Mesrûr Barzanî: Ev hilbijartin, hilbijartineke çarenûssaz e
Mehmûd Ebbas ji bo ‘Serokatiya Dewleta' Filistînê hat hilbijartin
Etîketan:
pirose, pêvajo, hilbijartin, Newzad Hadî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de