08:07 25 Gulan 2018
    Hilbijartinên Kurdistan û Iraqê

    Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir

    © AP Photo / Hadi Mizban
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Herêma Kurdistan û Iraqê îro seet 07:00an pêvajoya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê dest pê kir.

    Ji bo 328 kursiyên Parlamentoya Iraqê 6 hezar 986 kes bûne namzed. Ji 37 milyon hemwelatiyên iraqî 24 milyon Kurdistan û iraqî ji bo dengdanê diçin ser sindoqê.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di demek berê ji bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê dengê xwe da. Barzanî piştî dengdanê di axaftina xwe de got: "Em hêvîdar in ev li Iraqê bibe destpêka qonaxeke nû. Ev qonax, qonaxa piştî DAIŞê ye û ji aliyê xizmetguzariyên hemû Iraqê tevî Herêma Kurdistanê ve divê giringî pê bidin. Bêyî çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, em bawer nakin ku li Iraqê pêşveçûnek çêbibe."

    Roja pêncşemê dengdana taybet li Herêma Kurdistan, Iraqê û dengdana derveyê Iraqê li cîhanê birêve çû. Îro jî welatiyên Iraq û Kurdistanê bi giştî, nûnerên xwe yên ji bo çar salên bişînin Parlementoya Iraqê diçin ser sindoqan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ceng Sagnic: Moskowa di pêwendiyên Kurdistanê de gelekî bi biryar e
    Ehmed Pîre: Em ji hilbijartina Kurdistanê re amade ne
    Bi wêneyan dengdana taybet ya li Herêma Kurdistanê
    Barzanî û Pûtîn li ser bihêzkirina pêwendiyên Rûsya li gel Herêma Kurdistanê li hev kirin
    Li sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da
    Hikûmeta Kurdistanê: Me û Iraqê ji bo petrola Kerkûkê li hev kir
    Etîketan:
    Hilbijartinên Kurdistan û Iraqê, nêçîrvan barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de