05:18 25 Gulan 2018
    Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

    Kerkûkiyan sextekariyên hilbijartinê protesto kir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku xelkê Kerkûkê li dijî sextekariyên ku di hilbijartinên taybet ên hêzên ewlekariyê de bi sîstema elektronîkî hatine kirin derketin kolanan û xwepêşandan lidarxistin.

    Li gor nûçeya BasNewsê hejmareke mezin ji welatiyên Kerkûkê di xwepêşandanekê de nerazîbûna xwe derbarê berpirsên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan nîşan dan û daxwaz kirin ku ew berpirs bêne guherîn.

    Xwepêşandan li hember navenda Kerkûkê ya komisyonê hatiye hat kirin û daxwaza di zûtirîn demê de guhertina wan berpirsên sextekarî kirine, hatiye kirin.

    Xwepêşanderan herwiha xwest ku cudakirina dengan bi dest bê kirin ne bi sîstema elektronîkî.

    Di xwepêşandanê de sizakirina rayedarên sextekarî kirine hat xwestin û hat diyarkirin ku belge, vîdyo û wêneyên sextekarî û binpêkirinên hilbijartinê bi wan re hene.

    Bi heman mijarî:

    Birayê parlamentara HDPê: Ew serbilindiya min e
    6 partî û rêxistinên çepgir piştgiriya xwe bo HDPê ragihandin
    Îsraîl bi nedana S-300an bo Sûriyeyê kêfxweş bû
    Çîn: Em hêvî dikin ku Tirkiye piştgiriyê bide yekparçebûna Sûriyê
    Ji balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê hişyariya roja dengdanê
    Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye
    Etîketan:
    Protesto, Hilbijartin, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de