07:05 26 Gulan 2018
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Ceng Sagnic: Moskowa di pêwendiyên Kurdistanê de gelekî bi biryar e

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
1 0 0

Nivîskar, pisporê Rojhilata Navîn û Kordînatorê Bernameya Xebatên Kurdî li Navenda Moshe Dayan a Telavîvê Ceng Sagnic serdana Nêçîrvan Barzanî ya Moskowayê û pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Pisporê Rojhilata Navîn û Kordînatorê Bernameya Xebatên Kurdî li Navenda Moshe Dayan a Telavîvê Ceng Sagnic serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Moskowayê û pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

‘PIŞTÎ REFERANDÛMA KURDISTANÊ RÛSYA NEHIŞT XETA PETROLÊ WERE GIRTIN'

Nivîskar Ceng Sagnic di axaftina xwe de got: "Şirketên rûsî Gazprom û Rosneft veberhênan cidî li Herêma Kurdistanê kirin. Ji meha îlonê ve Rûsya bi awayekî eşkere Herêma Kurdistanê diparêze û piştgiriya wê dike. Rûsyayê hem li dijî Iraqê û hem jî li dijî Tirkiye ev piştgirî da Kurdistanê. Wek mînak bêjim, piştî meha îlonê yek ji daxwazên mûeyîdeyên lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê girtina xeta petrola ya Kerkûk-Ceyhanê bû. Lê Rûsya roleke mezin lîst, guvaş li Tirkiyeyê kir û nehişt xeta petrol a Baku-Ceyhanê were girtin."

‘MOSKOWA DI MESELEYA PÊWENDIYÊN LIGEL KURDISTANÊ DE GELEKÎ BI BIRYAR E'

Pisporê Rojhilatê Navîn Ceng Sagnic di axaftina xwe de ji bo têkiliyên Hewlêr û Moskowayê got: "Hikûmeta navendî ya Bexdayê ji bo ku şirketên rûsî yên wek Gazprom û Rosneftê xebatên xwe yên veberhênanên petrolê li Kurdistanê bi dawî bikin heyet şandin Moskowayê, lê Rûsyayê daxwaza Bexdayê qebûl nekir û xebatên xwe dewam kirin. Di vir de derdikeve holê ku ji siyaseta Amerîka ya li hemberî Iraqê cuda, Moskowa di meseleya pêwendiyên ekonomîk ên ligel Kurdistanê de gelekî bi biryar e, wê ji têkiliyên xwe yên kurdan berepaş gavan navîne û pêwendiyên xwe xurttir bike."

‘BARZANÎ Û PÛTÎN JI BO GAVEKE NÛ HEVDÎTIN PÊK ANÎN'

Ceng Sagnic di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tiştê ku min ji serdana Serokwezîr Barzanî ya Rûsyayê ku bi Serok Pûtîn re hevdîtin pêk anî fêhm kir, herdu alî bi rêya têkiliyên ekonomîk dixwazin gavên nû bavênin. Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîrê hikûmeteke herêmî ku bi bîzat bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li dar xist teqez ji îşareta gaveke nû pêve ne tiştekî din e. Çimkî hevdîtineke mezin e. Lê ji bo gava nû niha em nikarin tu texmînan bikin."

‘MOSKOWA JÎ Û HEWLÊR JÎ TÊKILIYÊN XWE VENAŞÊRIN'

Sagnic di dirêjiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘Piştî Barzanî ji Rûsyayê vegeriya di heman rojê de Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê serdana wî kir, ev serdan plankirî bû an Washîngton ji têkiliyên Hewlêr û Moskowayê bi fikar e?' got: "Ez bawer nakim Amerîka ji têkiliyan bi fikar be, lê ji bo naveroka hevdîtinan fêr bibe wê hewl bide. Bi qenaeta min hewceyî bi teoriyên komployî jî tuneye. Têkiliyên ekonomîk ne wek têkiliyên din in û nayên veşartin. Yanî ne Hewlêr û ne jî Moskowa van têkiliyên ekonomîk venaşêrin. Îhtîmala ku Amerîka ji bo gavên nû yên ekonomîk xwestibe hinek tiştan fêr bibe ev hevdîtin pêk anî be heye. Wek min got em zêde jî li ser teoriyên komployî nesekinin."

Sagnic di dirêjiya axaftina xwe de pirsa ‘Roja ku Barzanî serdana Moskowayê kir, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî li wir bû, ev tiştekî plankirî bû an?' bersivan û got: "Bi temamî tiştekî rasthatî bû û eleqeya wê bi tu planan tuneye."

Bi heman mijarî:

Kurdistan ji Rûsyayê daxwaza veberhênana xaz û petrolê dike
Kurdistan: "Me ji Rûsyayê daxwaza alîkariya însanî û leşkerî kir"
Partiya Lîberal û ya Dadwer a Rûsyayê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin
Etîketan:
Têkiliyên Moskowa û Rûsya, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Cenk Sagnic, Kurdistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de