07:51 25 Gulan 2018
    YNK - Mela Bextiyar - Kosret Resûl - Sedî Pîre

    Ehmed Pîre: Em ji hilbijartina Kurdistanê re amade ne

    © Foto : Malpera fermî ya YNKê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê YNKê Seîd Ehmed Pîre di axaftina xwe de ji bo diyarkirina roja hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku em ji hilbijartinê re amade ne.

    Berdevkê YNKê Seid Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de got: "Em ji ber şaşiyên teknîkî yên ku di vê proseyê de qewimîn, nîgeran in. Îro li çend binkeyên dengdanê em hatin agahdarkirin ku amûrên dengdanê weke pêwîst naxebitin. Lê belê pêwîst nake em xwe pê aciz bikin, çimku ev pirsgirêkeke teknîkî ye, neku siyasî."

    Seîd Ehmed Pîre ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê got: "Li gor yasayên Herêma Kurdistanê desthilata Nêçîrvan Barzanî heye derbarê hilbijartinan de biryarek derxe, ji bo vê yekê jî berî niha li gel aliyên siyasî gotûbêj kiriye, dîsa li ser vê biryarê jî bêguman dê li gel aliyên siyasî gotûbêj bikin, divê ewilî komîsyon bersiv bide, gelo komîsyon amade ye ku di wê dîrokê de hilbijartin were kirin. Ji bo YNK jî ev dîrok ne pirsgirêk e, YNK amade ye."

    Wek tê zanîn Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 30ê Îlonê wek roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar kiribû.

    Bi heman mijarî:

    YNK derbarê Kerkûk û navçeyên erbandî nameyekê pêşkêşî rayedarên lraqê dike
    ‘PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin’
    YNK: Di protestoyên Kurdistanê de destdirêjiya partiyan hebû
    YNK: Divê sînorek ji êrîşên Tirkiyeyê re were danîn
    YNK li ser mijarên dabeşkirina erkan û hilbijartinên Iraqê dicive
    YNK: Kurd dikarin di çend seetan de Kerkûkê kontrol bikin
    Etîketan:
    YNK, Seîd Ehmed Pîre, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de