07:43 25 Gulan 2018
    Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

    ‘Li Kerkûkê nehiştin hêzên ewlekariyê dengê xwe bidin’

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî ragihand ku dengdana hejmareke mezin a hêzên asayîşê di dengdana taybet de hatiye astengkirin.

    Di dengdana taybet a hêzên ewlekariyê de, li Kerkûkê rêjeya beşdarbûnê 66%î bû ku mafê 36 hezar û 544 kesan ji bo dengdanê hebû.

    Hat zanîn ku ji wan 22 hezar û 548 kesan dengê xwe dane.

    Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî li ser kêmbûna beşdariya dengdanê got ku îro 10ê Gulanê rê nedane hejmareke mezin ji hêzên asayîşê dengê xwe bidin.

    Cibûrî da zanîn ku gelek gilî hatine tomarkirin û pirsgirêka teknîkî û elektronîkî jî hebûye.

    Dengdana hilbijartinên giştî yên Iraq û Herêma Kurdistanê 12ê Gulanê birêve diçe. Hêzên ewlekariyê û pêşmergeyan 10ê Gulanê di dengdana taybet de dengê xwe dan.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahû: Îranê xeta sor dabezand
    Erdogan û Pûtîn li ser mijara Îranê axivîn
    HDPê strana kurdî ya hilbijartina serokomariyê weşand: Tu dikarî!
    Ahmet Turk: Di hilbijartinan de teqez ez dê nebim namzet
    Ji ber weazên kurdî ketina mizgeftê ya mele hat qedexekirin
    5 fermandarên DAIŞê hatin girtin, kodên nepen ên ragihandinê jî hatin deşîfrekirin
    Etîketan:
    Hilbijartin, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de