20:51 20 Gulan 2018
    Endamê berê yê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û şarezayê têkiliyên navnetewî Dr. Nash Xefur Remezan

    Dr. Nasih Xefûr: Vexwendina Barzanî bo Moskowê peyameke zelal a Rûsya ye

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Dr. Nasih Xefûr endamê berê yê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana Nêçîrvan Barzanî bo Moskowê helsengand û nirxand.

    Xefûr got: "9ê Gulanê rojeke dîrokî û pir girîng e. Ne tenê di dîroka Rûsyayê de, di dîroka tev cîhanê de ji ber ku roja serketina mezin bû û serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî bi daxwaziyeke fermî ji aliyê hikumeta Moskowê ve bo beşdarîkirina rê û resmên zîndîkirina vê rojê gelek raman û peyam hene."

    ‘PÛTÎN KARIYE RÛSYAYÊ DÎSA BIKE WELATEKÎ ZILHÊZ'

    Herweha got, "Yek ji giringiyên vê serdana Barzanî bo Moskow hevdîtina wî bû ligel Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ku herwiha hevdem bû ligel wergirtina posta serokatiya Rûsya ji aliyê Pûtîn ve, ew kesekî pir mezin û bihêz e û kariye Rûsya jî li ser lêva roxiyan û beryek hilweşiyanê bigehîne vê qonaxa nû mîna welatekî zilhêz û mezin û xwedî rol di cîhanê de."

    ‘CIHEKÎ TAYBET Ê HERÊMA KURDISTANÊ DI SIYASETA DEVERÊ DE HEYE'

    Dr. Nasİh Xefûr da xuyakirin xaleke din ji giringiya vê serdanê, Rûsya xwest peyameke zelal bi navçeyê bide ku herêma kurdistanê di siyaseta deveriya Moskowê de cihekî taybet heye û dixwaze peywendîyên xwe bi herêmê bêtir xurt bike ji ber ku li ser asta lraqê û rojhilata navîn tenê Barzanî daxwaz kiribû serdana Moskowê bike û beşdariyê di vê helkefta dîrokî de bike.

    ‘RÛSYA Û HERÊMA KURDISTANÊ DIXWAZIN PÊWENDIYA XWE BAŞTIR BIKIN'

    Xefûr destnîşan kir, "Moskow peyamek bi heval û dijminên herêma Kurdistanê da ku cografiya herêma Kurdistanê bo Rûsya pir giring e û Rûsya û herêma Kurdistanê peywendiyeke baş heye, lê dixwazin baştir bikin."

    Bi heman mijarî:

    Ji ber weazên kurdî ketina mizgeftê ya mele hat qedexekirin
    Ahmet Turk: Di hilbijartinan de teqez ez dê nebim namzet
    5 fermandarên DAIŞê hatin girtin, kodên nepen ên ragihandinê jî hatin deşîfrekirin
    ‘Çîn dixwaze beşdarî proseya Astanayê bibe, lê Enqere li dijî derdikeve’
    Dengdana taybet a pêşmerge û hêzên ewlekariyê bidawî bû: Beşdarî 72% e
    Vîdeo- 'Du helîkopterên amerîkî ketine pey UFOyekê'
    Etîketan:
    Serdana Barzanî, RûsyA, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de