05:33 22 Gulan 2018
    Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

    Piştî serdana Moskowayê şandeke amerîkî serdana Barzanî kir

    © Foto: Malpera Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî serdana Nêçîrvan Barzanî bo Moskowayê Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û şandeke ligel wî serdana wî kir.

    Îro pêncşemê 10ê Gulana 2018an Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û şandeke ligel wî, li Hewlêrê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

    Li gorî agahiyên Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku di hevdîtinê de amadekariyên hilbijartinên Parlementoya Iraqê nirxandine û hêviya xwe anîne ziman ku bi awayekî bi rêk û pêk û demokratîk were encamdan û piştî hilbijartinan jî aliyên Iraqî ji bo damezirandina hikûmeta nû ya Iraqê dest bi diyalogeke cidî bikin, bi awayekî ku îstiqrara siyasî, ewlehî û pêşveçûna aboriya welat li pey xwe bîne.

    Di hevdîtinê de Silliman hêviya xwe aniye ziman ku aliyên Kurdî yekdengî, yekrêzî, bere û hêza xwe li Bexdayê biparêzin û roleke wan a berbiçav di serkeftina hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de hebe.

    Li hember wî, Nêçîrvan Barzanî amaje bi rêkûpêkiya birêveçûna bangeşeya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê kiriye û diyar kiriye ku ew hêvî dike pêvajoyê dengdanê jî li seranserê Iraqê bi heman awayî bi rê ve biçe.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê teqez kiriye ku hewldanên cidî didin da ku aliyên Kurdistanî li parlementoya bê ya Iraqê, weke bereyek xurt, yekrêzî û yekdengiya xwe biparêzin û bihêztir bikin.
    Herwiha gotûbêjkirina çend mijarên li ser rewşa navçeyê bi giştî, aliyekî din ê hevdîtinê bûye.

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Kurdistanê li ser naveroka hevdîtina Pûtîn û Barzanî daxuyanî da
    Barzanî û Pûtîn li ser bihêzkirina pêwendiyên Rûsya li gel Herêma Kurdistanê li hev kirin
    Nêçîrvan Barzanî li Moskowê bi Pûtîn re dicive
    Weqfa Alîkariyê ya Barzanî: Bila her kes bi hewara êzîdiyên li ser çiyayê Şingalê de biçin
    Barzanî dîroka hilbijartina Herêma Kurdistanê eşkere kir
    Barzanî pêşwaziya Mihemed Hacî Mehmûd kir
    Barzanî: Em ê wekî aliyên Kurdistanî bi hevpeymaneke yekgirtû biçin Bexdayê
    Etîketan:
    Peywendiyên Kurdistan û Amerîkayê, Hevdîtin, Nêçîrvan Barzaî, Douglas Silliman, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de