17:07 24 Gulan 2018
    Li Hewîceyê milîşeyên Heşda Şebî û leşkerên Iraqê

    'Heşda Şeibî kartên dengdêriyê nade kurdên li Mûsilê'

    © REUTERS /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku çekdarên Heşda Şeibî kartên dengdêriyê yên kurdên li deşta Nînowayê dijîn nade. Çekdarên şiiyan bi şertê ku kurd dengên xwe bidin namzedê wan kartan didin.

    Berpirsê Musilê yê PDKê Îsmet Receb ji KDP.İnfoyê re axivî û da zanîn ku Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê kartên dengdêriyê nedaye koçberên ku ji Herêma Kurdistanê koçî deşta Nînowayê kirine û herwiha dê di hilbijartinê de nikaribin dengê xwe bikarbînin.

    Îsmet Receb eşkere kir ku çekdarên Heşda Şeibî jî kartên dengdêriyê yê kurdên ku li heman herêmê dijîn bi şertekî didin: "Dibêjin an hûnê dengê xwe bidin namzedê me an jî em kartan nadin."

    Recep got ku çekdarên Şiiyên bi piştevaniya Îranê gefan li kurdan dixwun ku dengên xwe bidin namzedê wan û bi armanca ku bi rêjeya ji %90 dengan werbigre tevdigerin.

    Bi heman mijarî:

    'Heşda Şebî, petrola Kerkûkê dişîne Îranê'
    Parlamena Kurdistanê bang li civaka navdewletî kir: Heşda Şebî cenosîdê dike
    Hêzeke Kurdî wê li Duz Xurmatû cihê Heşda şebî bigire
    Amirî: Ne mimkun e Heşda Şebî bê hilweşandin
    Etîketan:
    hilbijartin, kartên dengdêriyê, dengdêr, Îsmet Receb, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de