11:36 23 Gulan 2018
    Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

    Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îro pêncşemê pêvajoya dengdana taybet a ji bo Parlamentoya Iraqê ya Federal ya ji bo Hêzên Pêşmerge, Asayîş û Polîsên li Herêma Kurdistanê û herwiha Artêşa Iraqê, Polîs û Heşda Şeibî ya li Iraqê dest pê kir.

    Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 500 hezar kesên ji Hêzên pêşmerge, Asayîş û polîsan hene û beşdarî vê pêvajoya dengdana taybet dibin.

    Li Hewlêrê saet 7ê sibehê dengdanê dest pê kir û hejmareke mezin ji Hêzên Pêşmerge, Asayîş û polîsan re li ber navendên dengdanê civiyabûn da ku dengê xwe bidin.

    Sputnik Kurdistanê serdana çend navendên dengdanê yên li Hewlêrê kir û li gorî nerîna dengder û endamên komiysona bilind a serbixwe, wisa diyar e ku pêvajo bi awayekî asayî bi rê ve diçe û ti kêşe û pirsgirêkên teknîkî tine ne.

    Herwiha hin kesên beşdar ên ji hêza Pêşmerge, Asayîş û polîsan ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku ti fişarek li ser wan tine ku deng bidin aliyekî diyarkirî û her kes dengê xwe bi azadî dide çi alî û partiya siyasî.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê lraqê ji bo bangeşeya helbijartinan sibe serdana Herêma Kurdistanê dike
    Iraqê ji Herêma Kurdistanê re 317 milyar dînar şand
    Herêma Kurdistanê mûçeyên meha duyan jî parve dike
    Ebadî: Heke gendelî nebûya herêma kurdistanê rastî vê kirîza aboriyê nedihat
    Gazproma rûsî li Kurdistanê hilberîna xwe zêde kir
    Qezaya trafîkê li Herêma Kurdistanê: 6 kes mirin
    Ji malbata yekem paşayê Kurdistanê daxuyaniya hilbijartinan
    Etîketan:
    hilbijartina Iraqê, Asayîş, Hêzên Pêşmerge, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de