05:20 25 Gulan 2018
    Mîr Tahsîn li pîrozgeha Laleş Çarşema Sor pîroz dike

    Mîr Tehsîn Beg dîsa bang kir: Bila hemû êzdî herin sindoqan

    © Foto : Nasuh Hadî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê rûhanî yên kurdên êzdî Mîr Tehsîn Beg dîsa bangî êzdiyan kir û ragihand ku ji bo li Bexdayê nûneriyeke xurt were bidestxistin herin sindoqan.

    Serokê rûhanî yên kurdên êzdî Mîr Tehsîn Beg berî hilbijartinên Iraqê dîsa bangî xelkê êzdî kir û got: "Ji bo êzdî nûneriyeke xurt li Bexdayê bi dest bixin divê hemû êzdî herin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin."

    Nûnerê êzdî yê Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozan jî di axaftina xwe de got: "Xelkê êzdî jî wek pekhate û oldarên din ji qetlîaman derbas bûye. Ji bo vê çûna 500 hezar êzdiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê ya ser sindoqan pir girîng e."

    Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê 12ê Gulanê têne lidarxistin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Duhokê keçeke kurd a Êzdî kuştî hat dîtin
    Du keçên din ê êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Li Şingalê goreke komî ku 80 jinên êzdî tede bûn hat dîtin
    Hê jî bi hezaran kurdên êzdî di destê DAIŞê de ne
    Fermandarê êzdî: Dewleta kurdan hebûna êzdî rastî qetlîamê nedihatin
    Nadiya Murad li Parlamentoya Îsraîlê behsa kurdên êzdî kir
    Etîketan:
    Hilbijartina Iraqê, Mîr Tehsîn Beg, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de