07:50 25 Gulan 2018
    Nêçîrvan Barzanî - Vladimîr Pûtîn

    Hikûmeta Kurdistanê li ser naveroka hevdîtina Pûtîn û Barzanî daxuyanî da

    © REUTERS / Alexei Druzhinin/Kremlin
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Li gor daxuyaniya li ser malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Moskowê, di hevdîtina Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn de, Pûtîn piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê û berfirehkirina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara roja çarşemê 09.05.2018ê li bajarê Moskow paytexta Rûsyayê, li Meydana Sor, ligel mêvan û şandeyên bala yên welatan, beşdarî bîranîna serkeftina Şerê Mezin ê Niştimanî (Şerê Cîhanî yê Duyem) bû.

    Piştî çalakiyên merasimê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokê Rûsyaya Federal Vladimir Putin li Koşka Kirêmlînê civiyan û her du aliyan têkeliyên dîrokî yên her du gelên Rûsya û Kurdistanê di qonaxên cuda de gotûbêj kirin û tekîd li ser zêdetir pêşxistina wan têkeliyan kir.

    Di civînê de, Putin piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê û pêşxistina têkeliyên di hemû waran de û bi taybetî di warê aborî, enerjî û civakî de nîşan da.

    Nêçîrvan Barzanî sipasiya Vladimir Putin kir ku ew ji bo serdana Moskowê vexwend û tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her pêngavekê ku bibe sedema pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê dike û hemû hêsankariyan pêşkeşî projeyên enerjiyê û sermayerazandina rûsî li Herêma Kurdistanê dike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: DYA bi dorpêçên nû dixwaze fiyaskoya êrîşa ser Sûriyeyê telafî bike
    Li navenda paytexta Ewropayê dengê çekan
    Li Şirnexê wesayîta xwendekaran qeza kir, gelek kes birîndar bûn
    YSKê ragihand: 6 namzed dikevin pêşbirka serokomariya Tirkiyeyê
    Li Enqerê 1770 kes hatin binçavkirin, ji wan 172 hatin girtin
    Pûtîn digel Konseya Ewlekariyê biryara DYAyê û êrîşên Îsraîlê yên ser Sûriyê nirxand
    Iraq: Roja hilbijartinan balafir ranabin, derî girtî ne
    Paşinyan: Nasîna Qerebaxê ya li qada navdewletî dê wê bi Ermenistanê re bike yek
    Etîketan:
    Pûtîn, Barzanî, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de