05:26 22 Gulan 2018
    Serkirdeyê PDKê Elî Ewnî

    Ewnî: Divê Ebadî were darizandin

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî got, divê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji ber binpêkirinên destûrê li dadgeha navdewletî were darizandin û destnîşan kir ku Hêzên Pêşmerge dê wî û hêzên wî ji Kerkûkê biqewirînin.

    Li gorî Kurdistan24ê, Ewnî gotiye ku Bexda di sepandina madeyên destûrê de bi keyfiyet tevdigere û tenê tiştên di berjewendiyên xwe de disepîne û yên kesên din nasepîne û teqez kir ku 55 madeyên destûrê hene ku Ebadî ew bin pê kirine.

    Rayedarê PDKê di berdewamiya axiftina xwe de gotiye: "Ya rast diviyabû, Ebadî ji ber wan binpêkirina derketa pêşberî dadgehên navdewletî, nexasim yên girêdayî herêmên nakok".

    Ewnî got, "Ebadî û yên berî wî jî, bi heman zimanî(derbarê kurdan de) diaxivîn lê hemû çûn ser sergoyî".

    Li ser bajarê Kerkûkê jî Ewnî got, "Kerkûk bajarekî kurdistanî ye û rojek dê were ku hêzên Pêşmerge Ebadî û hêzên wî ji bajarî biqewirînin".

    Li gorî Ewnî, ne ji "xiyaneta 16ê Cotmehê bûya" ne Ebadî û ne hêzên wî dikarî têkevin Kerkûkê.

    Herwiha Ewnî bi bîr anî ku "li gorî madeya 140ê, nabe hêzên leşkerî biçin herêmên nakok".

    Bi heman mijarî:

    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Kerkûk çawa hate kirîn?
    Rûsya: Dibe şer û pevçûn li Kerkûk û derdora wê dewam bike
    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    Berpirsê îranî: Nabe Kerkûk di destê dijminan de be
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    Rêbwar Talabanî: Kerkûk tê Şiîkirin
    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    Etîketan:
    PDK, Elî Ewnî, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de