04:28 25 Gulan 2018
    Lehiya li Hewlêrê

    Weqfa Alîkariyê ya Barzanî: Bila her kes bi hewara êzîdiyên li ser çiyayê Şingalê de biçin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Weqfa Alîkariyê ya Barzanî gazî hikûmetên Kurdistan, Iraqê, dezgehên NY û balyozxaneyên welatên biyanî yên li Kurdistanê kir ku bi hewara kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê de biçin.

    Lehî
    © Sputnik / Ekatherina Lyzlova
    Duh ji ber barîna baranê li gellek deverên Kurdistanê lehî rabû û ziyanek mezin gihaşt welatiyan. Yek ji wan cihên ku bi ber lehiyê de ket, devera Şingalê bû.Weqfa Alîkariyê ya Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber lehiyê ziyanek mezin gihîştiye kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê, tiştekî wan nemaye û di rewşek nebaş de ne.

    Weqfa Alîkariyê ya Barzanî bang li her kesî kiriye, ji hikûmeta Kurdistanê bigire heta hikûmeta Iraqê her wiha bang li saziyên alîkariyê yên NY û balyozxaneyên biyanî yên li Kurdistanê kiriye bi hewara wan biçin û alîkariya wan bikin.

    Etîketan:
    êzîdî, kurdistan, alîkarî, Wekfa Alîkariyê ya Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de