17:08 24 Gulan 2018
    Çekdar

    Milîtan ji çiya dadikevin bajêr

    © AP Photo / Bilal Hussein
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê asayîşa bajarê Xurmatûyê Faruq Namiq ragihand ku milîtanên DAIŞî li herêmê dîsa kete tevgerê û ji bo xelkê metirsiyê çêdike.

    Fermandarê asayîşa bajarê Xurmatûyê Faruq Namiq di axaftina xwe de got: "Di rojên dawî de tevgera milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê her diçe zêdetir dibe. Milîtanên ku ji Çiyayê Hemrîn daketin Xurmatûyê li gor dilê xwe hereket dikin. Ev jî jiyana xelkê herêmê dixe metirsiyê."

    Faruq Namiq di berdewamiya axaftina xwe de got: "DAIŞ piştî bûyera 16ê Cotmehê li herêmê xurttir bû. Piştî vekişandina hêzên Pêşmerge hebûna DAIŞê li ser gundê kurdan ên Dihokê jî tehdîdan çêdike. Miliîsên Heşda Şeibî li hemberî vê tevgerê bêdeng in û naxwazin gel biparêzin."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî li Şeqlawa: Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda
    Tirkiye li Yekîtiya ji bo Deryaya Spî: Kurdistan tine
    120emîn salvegera rojnamegeriya kurdî û Rojnameya Kurdistan
    Serokomar: Kurdistan nikare dev ji Iraqê berde
    Leşkerên Rûsya, Sûriye û Îran li pêy serokê DAIŞê Bexdadî ne
    Milîtanên DAIŞê li Hacerul Eswedê hatin dorpêçkirin
    Etîketan:
    Fermandarê asayîşa bajarê Xurmatûyê, Faruq Namiq, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de