17:50 23 Gulan 2018
    Şanda Wezareta Pêşmerge  digel Wezîra Parastinê ya Îtalyayê Roberta Pinotti

    Wezîra Parastin a Îtalyayê li Hewlêrê ye

    © Sputnik/ via file
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîra Parastin a Îtaliyayê Roberta Pinotti bi serdanekê fermî gihîşte Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

    Wezîr Roberta Pinotti li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ve hate pêşwazîkirin. Biryar e di vê serdana xwe de, wezîra îtalî bi berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

    Herwiha Roberta Pinotti dê li Hewlêrê serdana navenda hêzên Îtaliyayê jî bike ku di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de û ji bo alîkariya hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê hatine bicihkirin.

    Îtaliya yek ji welatên endam di Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de ye û di şerê li dijî DAIŞê de alîkariyên leşkerî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî dîroka hilbijartina Herêma Kurdistanê eşkere kir
    Li sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da
    Hikûmeta Kurdistanê: Me û Iraqê ji bo petrola Kerkûkê li hev kir
    PKK: Me li Bakur û Başûrê Kurdistanê 5 leşkerên tirk kuştin
    Li Kurdistanê ji bo koçberên Rojava xanî tên avakirin
    Etîketan:
    Wezîra Parastin a îtalyayê, Roberta Pinotti, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de