17:08 24 Gulan 2018
    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî li Moskowê bi Pûtîn re dicive

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 30

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî çû Rûsyayê û tê çaverêkirin bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re bicive.

    Şêwirmendê Karûbarê Siyasî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hesen Ehmed ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku Barzanî ji bo hevdîtinên fermî li Moskowayê ye û tê çaverêkirin bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re bicive.

    Herwiha got, biryar e ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî, bi Serokê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn re bicive û beşdarî hin çalakiyên din jî bike.‘BARZANÎ

    'BEŞDARÎ MERASÎMA 73. SERKEFTINA ŞERÊ CÎHANÊ DIBE'

    Çavkaniyeke din ji serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê jî ji Spûtnîkê re ragihand ku Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta beşdariya merasîma 73yemîn salvegera serkeftina Şerê Cîhanê yê Duyemîn 9ê Gulanê serdana Moskowê dike.

    Herwiha wê çavkaniyê da xuyakirin ku dê Barzanî, hevdîtineke taybet a bi Pûtîn re jî tê de çend hevdîtinên pile bilind pêk bîne.

    SEROKÊ ROSNEFTÊ BARZANÎ VEXWEND RÛSYAYÊ

    Çavkaniyê da zanîn, vexwendina Serokwezîr Barzanî ji aliyê Serokê Şirketa petrolê ya Rûsyayê Rosneft Îgor Seçîn ve hatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî dîroka hilbijartina Herêma Kurdistanê eşkere kir
    Barzanî pêşwaziya Mihemed Hacî Mehmûd kir
    Barzanî: Em ê li Bexdayê ji bo misogerkirina du daxwazan bixebitin
    Barzanî: Em ê wekî aliyên Kurdistanî bi hevpeymaneke yekgirtû biçin Bexdayê
    Etîketan:
    Dîplomasî, Serdan, Hevdîtin, Nêçîrvan Barzani, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de