18:08 21 Gulan 2018
    ‌ Xesrew Goran

    ‌ Xusrew Goran: Em bawerîn ku vê carê jî PDK wek carên berê yekem partiya kurdî be

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Xusrew Goran berpirsê hilbijartinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) helwesta PDKê li hember dahatûya hikumeta lraqê û hejmara kurdên PDKê û yekrêziya kurdan li Bexdayê bo Sputnîk kurdistanê ragihand: "Em bawerîn ku vê carê jî PDK wek carên berê yekem partiya kurdî be ji bo bidestxistina hejmara kursiyan di perlemantoya lraqê de."

    Xusrew Goran derbarê bidestxistina kursiyan ya di parlamentoya Iraqê de wiha got: "Em bawerîn ku vê carê jî PDK wek carên berê yekem partiya kurdî be ji bo bidestxistina hejmara kursiyan di perlemantoya lraqê de, lê bo bidestxistina çend kursiyan hinekî bi zehmete em vê carê bêjîn ku PDK dê ewqas kursiyan bidest bxe. Li ser pirsa bo çi hûn bawerin ku PDK wê yekem partiya kurdan be di perlemantoya lraqê de û di ji hejmara kursiyan de, Berpirsê helbijartinên PDKê wiha got: "Dîroka PDKê sedeme ku ev partî herweha bi pêşengiya partiyên kurdistanê bimîne, ji ber ku dîroka wê cuda ye ji dîroka partiyên kurdistanê, yek dengderên PDKê nayên guherîn û her dengê xwe didin PDKê, dengderên PDKê wefa û dilsozyeke bi ruhî bo dîrok û serkirdatî û xebat û Barzaniyê nemir he ye, ji ber vê yekê dengderên PDKê xwe naguherîne û ber bi partiyên din ve naçin û baweriya wan bi siyaset û bernameya PDKê heye ku ti car xiyanetê ji doza kurdan re nakin.

    Xusrew Goran eşkere kir ku partiyên siyasî li herêma kurdistanê negîhiştin wê rêketin ku bi lîsteyê beşdariyê bibin: "Her ji destpêkê de PDKê xwest kurd yek rêz bin û bi yek lîsta hevbeş kurdistanî bi navê hevpeymaniya kurdistanî ku tev partiyên siyasî tê de cih bigrin hebe û beşdariyê di helbijartinên perlemantoya lraqê de bikin. Lê mixabin partiyên siyasî li herêma kurdistanê negîhiştin wê rêketin ku bi lîsteyê beşdariyê bikin. Eger em boykot bikin bila tev partî boykot bikin û eger beşdarî bikin bi yek lîste bila beşdarî bikin. Her wekî çewa di sala 2005 û 2009an de em beşdarbûn, lê niha jî piştî ragihandina encamên hilbijartinan em ji tev partiyên kurdistanê dixwazin bi yek fraksyonê kar bikin ji bo bidestxistina mafên rewayên gelê kurdistanê û yek dengî û yek helwestî.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî li Şeqlawa: Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda
    Sputnik Kurdistanê wêneyên pêşmergeyên PDK-Î berhev kirin
    ‘PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin’
    Etîketan:
    parlamento, hilbijartin, partî, Xesrew Goran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de